Trump dibêje ew naxwazin hikûmeta Îranê bê guhertin

05-09-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê, Donald Trump ragihand ku Îran xwediyê enerjiyeke zêde ye û xelkê wî welatî dixwazin sûdê ‎ji vê enerjiyê bibînin û tekez kir ku Waşington naxwaze hikûmeta Îranê biguherîne.‎

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ofîsa xwe li Koşka Spî got: “Îran welatekî xwedan ‎enerjiyeke zêde ye, çavê me ne li guhertina rejîmê ye. Enerjiyeke wan a zêde heye, hevdem bi ‎baweriya min ew dixwazin sûdê ji vê enerjiyê bibînin.”‎

Donald Trump got, ew nikare bîne ber çavê xwe ku Îran bixwaze rêya dijwar hilbijêrê û sûd ‎ji vê enerjiya xwe ya zêde nebîne, eger vê yekê jî bike wê demê dibînin ka çi diqewime.‎

Trump wiha axivî ‎“Îran welatekî xwedan enerjiyeke zêde ye, çavê me ne li guhertina rejîmê ye. ‎Hevdem bi ‎baweriya min ew dixwazin sûdê ji vê enerjiyê bibînin. Bi rastî di vê baweriyê de me. Li gor min ‎Koreya Bakur jî bi heman awayî xwedan enerjiyeke zêde ye, ew jî dixwazin sûdê ji wê enerjiya ‎xwe bibînin. Loma ka em bizanin çi dibe. Enerjiyeke zêde ya Îranê heye û nikarim bînim ber ‎çavê xwe ku ew dixwazin di rêyên dijwar re derbas bibin, eger wê bixwazin, wê demê dibînin ka ‎çi diqewime."‎

Ev daxuyaniya Trump a di derbarê Îranê de, di demekê de ye, ku Waşingtonê hin cezayên nû bi ser Îranê de sepand.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand, ku wan cezayên nû bi ser seketora petrol Îranê û veguhestina deryayî de sepandiye.

Li gor daxuyaniya wê wezaretê, ew dorpêç 16 dezgehan û 11 kesan û 10 keştiyên veguhastina petrolê li xwe digire.

Li gorî ragihandina wezareta Xezîneya Amerîka, rola wan kesan û dezgehan di kerta bazirganî û veguhestina petrola Îranê de heye, û çavkaniyên darayî ji Supaya Pasdaran a Îranê û Hizbulaha Lubnanî re dabîn dikin.

Herwiha Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Brian Hook jî ragihandiye, ku Supaya Pasdaran petrolê ji bo terorîstan dibe, û toreke ne yasayî bikar tîne, û di wê rêyê re bi milyonan dolaran qezenc dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst