Zelenskyy: Ez amade me ji bo qedandina şer bi Putin re rûnim

07-02-2025
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Şerê Rûsya û Ukraynayê Dîplomasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got, “Ez amade me ji bo qedandina şer bi Putin re rûnim.”

Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew dixwazin bi rêya dîplomasiyê dawî li Şerê Rûsya-Ukraynayê bînin û eger pêwîst be ew amade ye ji bo vê armancê bi Serokê Rûsyayê Putin re rûne.

Zelenskyy bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku wî bi Serokê Banka Avakirin û Bipêşketinê ya Ewropayê (EBRD) Odile Renaud-Basso re hevdîtinek pêk aniye.

Serokê Ukraynayê amaje bi pêwîstiya dîplomasiya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re da û got:

"Bê guman hem Amerîka hem Serok Trump û welatên Yekîtiya Ewropayê bawer dikin ku bêyî Rûsya û Putin dîplomasî ne mumkin e.

Ji ber vê yekê min got ku eger em karibin li ser encama vî şerî li hev bikin ez (ji bo hevdîtina bi Putin re) amade me.

Em ji bo dîplomasiyê amade ne, li vir ti pirsgirêka min bi vê yekê re tune.

Li gorî min, pirsgirêk ew e ku Putin bi wekî prensîbekê ditirse bi min re li ser qedandina şer biaxive."

“Nabe ku planeke cuda hebe”

Zelenskyy li ser nûçeyên bi rengê “ji bo qedandina şer plana Trump heye” wiha got:

"Ez piştrast im ku tîmên me (Amerîka-Ukrayna) dê bi hev re bixebitin. Nabe ku planeke cuda hebe."

Volodymyr Zelenskyy bi bîr anî ku wî berê jî nêrînên xwe yên li ser wedandina şer bi Trump re parve kirine û wiha got:

"Lê belê em dê dîsa jî bixebitin da ku em vê yekê bikin têgihiştineke hevpar û vîzyoneke hevpar.

Her çi qasî Rûsya jê hez neke jî di navbera hevpeymanên de pêwîstiya me bi vîzyoneke hevpar heye. Pişt re em ji bo dîplomasiyê amade ne."

Trump, Keith Kellogg wekî Nûnerê Taybet ê Rûsya û Ukraynayê tayîn kiribû û hatibû gotin ku planeke Kellogg a ji bo xelaskirina şer heye.

Zelenskyy li ser van angaştan got, "Em dê li bendê bin ku danûstandinên fermî û encam derkevin holê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst