Zelenskyy: Li ser sîstemên Patriotan diyalogeke me ya erênî bi Trump re heye

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Îtalya Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku li ser sîstemên Patriotan diyalogeke wî ya erênî bi Serok Trump re heye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand, piştî bicihanîna peymanên Stenbolê, dibe ku ew li gel Rûsyayê di asta serokan de bicivin û got, "Di mijara sîstemên Patriotan de diyalogeke me ya erênî bi Serok Trump re heye."

Serokê Ukraynayê li Romaya paytexta Îtalyayê beşdarî Konferansa Jinûveavakirinê ya Ukraynayê bû.

Volodymyr Zelenskyy di konferanseke rojnamevaniyê de da zanîn ku gelek serok û rayedarên payebilind beşdarî civîna “Koalîsyona Dildaran” bûne û wan li ser rêlibergirtina êrişên Rûsyayê gotûbêj pêk anîne.

Serokê Ukraynayê amaje pê kir ku ew li ser bihêzkirina parastina asmanî ya Ukraynayê jî sekinîne û diyar kir ku Almanya û Norweç amade ne ji bo welatê wî 3 sîstemên Patriotan ji Amerîkayê bikirin.

Zelenskyy bi bîr anî ku ew û Serokê Amerîkayê Donald Trump herî dawî bi telefonê axivîne û ew pêwendî "erênî û berhemdar" bûye.

Serokê Ukraynayê got, "Di mijara sîstemên Patriotan de diyalogeke me ya erênî bi Serok Trump re heye.”

Li gorî gotina Serokê Ukraynayê piştî sohbeteke avaker, ji bo wan girîng e ku sînyalên siyasî yên pêwîst ji bo jinûvedestpêkirina alîkariyan wergirin û ew di asta tîman de dixebitin da ku her tişt di wextê xwe de bigihîje Ukraynayê.

“Divê parastina Ukraynayê têra xwe xurt be”

Zelenskyy li ser helwesta Rûsyayê jî ev tişt anîn zimên:

“Îstixbarata me û ya hevpeymanên me dizanin ku Rûsya dê vî şerî dirêj bike. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hemû derfetan ji bo agirbesteke rastîn red dike. Ew aştiyeke rastîn naxwaze.”

Serokê Ukraynayê banga xwe ya ji bo zêdekirina zext û cezayên li ser Rûsyayê ducare kir û got, “Divê parastina Ukraynayê têra xwe xurt be û cezayên li ser Rûsyayê jî bi rastî bi hêz bin.”

Wî îdia kir ku dibe ku Rûsya sala bê 300 milyar dolarî ji bo şer xerc bike.

Zelenskyy diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer pêwîst e di navbera Amerîka, Ukrayna û Rûsyayê de hevdîtineke di asta serokan de bê kirin û eşkere kir ku wan ji Tirkiye, Awisturya, Swîsre û Vatîkanê pêşniyarên ji bo mazûvaniyê wergirtine.

Serokê Ukraynayê da zanîn ku ji bo ku dan û standin di asta serokan de bi Rûsyayê re bên kirin, divê pêşî hemû pevguhertinên dîlan ên di çarçoveya peymanên hevdîtinên 2yê Hezîranê yên li Stenbolê de hatine kirin, temam bibin û wiha pê de çû:

"Divê em pevguhertinên ku di civîna duyem de li Stenbolê li ser li hev hatibû kirin temam bikin.

Ez bawer im di demeke nêzîk de gavên pêwîst dê bên avêtin. Tenê piştî wê, tîm dikarin amadekariyên ji bo civîna di asta serokan de gotûbêj bikin."

Zelenskyy derbarê îdiayên tayînkirina Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov wekî balyozê Amerîkayê jî ev tişt gotin:

"Eger ez biryar bidim ku Balyozê me yê sereke li Amerîkayê Wezîrê Parastinê Rustem Umerov be, ev yek dê bêguman bibe sedema guherînên ciddî di hikûmeta Ukraynayê de."

Zelenskyy herî dawî da zanîn ku biryar hatiye dayîn Balyoza Ukraynayê ya li Amerîkayê Oksana Markarova bê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst