Hewlêr (Rûdaw) - Volodimir Zelenskyy diyar kir ku ew piştgiriyê didin formatên ku dikarin bibin sedema agirbesta bi Rûsyayê re û got, “Li kû dibe bila bibe, eger hevdîtinek bibe û encama wê agirbest û bidawîhatina şer be, Ukrayna dê piştgiriyê bide.”
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy li paytext Kyivê li ofîsa xwe di civîneke bi Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Denys Shmyhal, Sekreterê Encûmena Asayîş û Parastina Neteweyî Rustem Umerov û rayedarên din re pirsên rojnamegeran bersivandin.
Zelenskyy diyar kir ku êrişên artêşa Rûsyayê yên li bajarê Pokrovskê yê li herêma Donetskê didomin û destnîşan kir ku di 3 rojên dawî de Rûsyayê 220 êriş li dijî çeperên Ukraynayê pêk anîne û got:
"Li gorî agahiyên leşkeran, 314 leşkerên Rûs li nav bajêr in.”
Zelenskyy amaje pê kir ku artêşa Rûsyayê li eniya Pokrovskê ziyaneke mezin dîtiye lê dîsa jî êrişên xwe didomîne û wiha li pey çû:
“Lê armanca sereke ya dijmin ew e ku di demeke herî kin de Pokrovskê dagir bike. Ev armanc neguheriye."
Zelenskyy da zanîn ku hêzên Ukraynayê li bajarê Kupyanskê yê herêma Xarkivê û derdora wê di navbera 1100 û 1200 metreyan de bi pêş ve çûne.
"Em ji bo mûşekên Tomahawk dan û standinên xwe didomînin"
Volodimir Zelenskyy anî ziman ku ew dixebitin da ku Ukrayna karibe êrişên menzîldirêj pêk bîne.
Zelenskyy ragihand ku ew ji bo mûşekên menzîldirêj ên Tomahawkê bi Koşka Spî û welatên din ên hevpeyman re dan û standinan dikin û anî ziman:
“Her wiha em bi hilberîneran re jî dixebitin.”
Zelenskyy îdia kir ku eger Serokê Amerîkayê Donald Trump biryareke erênî bide, hilberîner dê “bi kêfxweşî” wan mûşekan ji Ukraynayê re bişînin.
"Em piştgiriyê didin"
Zelenskyy bi bîr xist ku Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban dê li Amerîkayê bi Trump re bicive.
Zelenskyy îdia kir ku Orban hewl dide Trump qanih bike ku li Macaristanê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinekê pêk bîne û wiha axivî:
"Li kû dibe bila bibe, eger hevdîtinek bibe û encama wê agirbest û bidawîhatina şer be, Ukrayna dê piştgiriyê bide vî formatî yan jî formatên din.”
Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Denys Shmyhal jî bi bîr xist ku di navbera Swêd û welatê wî de ji bo firotina balafirên şer ên Gripenê nameyeke niyetê hatiye îmzekirin.
Shmyhal da zanîn ku ew dixwazin 150 balafirên şer bikirin û xebatên wan ên di vî warî de berdewam dikin.
Shmyhal ragihand ku ew ji bo hilberîna balafirên şer ên Gripenê li Ukraynayê jî dixebitin û got ku doh memorandumek hatiye îmzekirin.
Denys Shmyhal her wiha anî ziman:
"Em pêşbînî dikin ku ji sala 2033yan û pê ve, Gripen dê bi awayekî berbiçav li Ukraynayê bên hilberandin.
Hilberîn dê ji montaja yekîneyên mezin derbasî hilberîna parçeyên takekes bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse