Polonya: Me hinek dronên Rûsyayê xistin xwarê

10-09-2025
Nîşan Polonya Rûsya Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polonyayê ragihand, wan hinek dronên Rûsyayê xistine xwarê ku asmanên welatê wan bin pê kirine.

Fermandariya Operasyonel a Hêzên Çekdar ên Polonyayê bi rêya platforma medyaya civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê ragihand ku di dema êrişa Rûsyayê ya li ser axa Ukraynayê de li sînorê asmanî yê Polonyayê binpêkirinên "bê mînak" çêbûne.

“Biryar hat dayîn”

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku “prosedurên parastinê” demildest hatine aktîvkirin û wiha hat gotin:

"Polonya û hêmanên hevalbend bi rêya radaran bi dehan tişt şopandin û biryar hat dayîn ên ku dibe ku bibin gef bên bêbandorkirin.

Hinek dronên ku ketin sînorê me yê asmanî hatin xistin."

Fermandariyê da zanîn ku operasyon bi dawî bûye û ji bo tesbîtkirina cihên ku dibe ku ew tiştên sînor binpê kirine lê ketibin, xebat didomin.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk jî operasyon bi rêya Xê piştrast kir û destnîşan kir ku wî derbarê rewşa heyî û tedbîrên hatine standin agahî daye Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya niştimanî ya welêt de, li gundê Czosnowkayê yê girêdayî Lublînê yê li rojhilatê Polonyayê ji aliyê polîsan ve droneke xisardîtî hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku di van kêliyan de Serokkomar, Serokwezîr û wezîrên welêt li Buroya Ewlehiya Niştimanî ya Polonyayê di civînê de ne.

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku ji ber sedemên ewlehiyê balafirgehên Varşova Chopin, Varşova Modlin, Lublin û Rzeszow-Jasionkayê jî bi awayekî demkî hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst