Erdogan bi Putin re axivî: ‘Em ji bo mêvandariya dan û standinan amade ne’

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Vladirmi Putin Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axivî.

Erdogan ji Putin re diyar kir ku Tirkiye amade ye mêvandariyê dan û standinên ku dê bigihîjin çareseriyeke mayînde bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê di wê axaftina Erdogan-Putin de pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin nirxandin.

Erdogan ji Serokê Rûsyayê Putin re anî zimên ku daxuyaniya wî ya ji bo berdewamkirina dan û standinên aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê ji wê derê ya ku lê mabûn, bi dilxweşî hat pêşwazîkirin û Tirkiye amade ye ku mêvandariyê li danûstandinên ku dê bigihîjin çareseriyeke mayînde bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê got, "Di xala gihîştina aştiyê de pencereyeke derfetê vebûye, pêkanîna agirbesteke berfireh dê ji bo dan û standinên aştiyê jîngeheke guncaw ava bike."

Erdogan bi Macron re jî axivî

Erdogan îro bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re jî  axivî.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ve hat belavkirin, di axaftinê de pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Fransayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin nirxandin.

Erdogan de anî zimên ku di rêya bidawîanîna şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de xaleke dîrokî ya diyarker hatiye û pêwîst e ev derfet were bikaranîn.

Tirkiye amade ye mêvandariya dan û standinan bike û dê alîkariyê ji bo pêkanîna agirbestê û aştiya mayînde her cure alîkariyê pêşkêş bike.

Erdogan diyar kir ku girîng e di pêvajoyên destpêkirina dan û standinên aştiya mayînde di navbera Ukrayna û Rûsyayê de û di pêvajoya ji nû ve avakirina Ukraynayê de bi baldarî hevkariyê berdewam bikin.

Putin pêşniyaza destpêkirina dan û standinan kir

Putin îro pêşniyar kir ku gotûbêjên rasterast û bê pêşmerc ên bi Ukraynayê re 15ê Gulanê li Stenbolê ducare dest pê bikin.

Putin piştî çalakiyên ku bi wesîleya Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê hatin lidarxistin û hevdîtinên xwe bi serokên welatên biyanî re ji rojnamegeran re axivî.

Putin bi bîr anî ku agirbestên ku Amerîkayê ji bo bingeha enerjiyê li Ukraynayê pêşniyar kiribûn û her wiha yên ku wî bi xwe di Cejna Paskalyayê û Cejna Serkeftinê de pêşniyar kiribûn ji aliyê Ukraynayê ve nehatine qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst