Hewlêr (Rûdaw) - Pisporekî Peywendiyên Navdewletî got dibe ku rawestandina danûstandinên etomî yên Îranê nîşanek bin bo wêya rewşeke aloz were pêş. Şirovekarê Grûpa Eurasia Henry Rome dibêje “Ew aliyê niha li ber aktîvkirina rêkeftinê bûye asteng Rûsya ye, lê dibe ew jî bi rêya danûstandinên rasterast ên navbera Washington û Tehranê were çareserkirin.”
Peywendiyên Navdewletî û şirovekarê Grûpa Eurasia Henry Rome di derbarê hewldanên rêkeftina etomî ya di navbera Amerîka û Îranê de diyar kir ku Rûsya ji bo çalakkirina rêkeftina etomî dibe asteng û naxwaze petrola Îranê bigihe bazarên cîhanî.”
Li ser vê yekê Henry Rome dibêje “Du roj berî niha danûstandin di qonaxa dawî de bûn, rast e hinek pirsgirêk di navbera Amerîka û Îranê de mane, lê dibê bên çareserkirin, ligel wê, di vê demê de hinek daxwaz ji aliyê Rûsyayê ve hatin û ew jî bûn sedema rawestandina danûstandinan bi giştî.”
Herwiha Rome ragihand “Roşa Şemiyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hejmarek daxwazên hikûmeta welatê xwe yên girêdayî rêkeftina etomî ragihandin. Gotinên Lavrov ji wê yekê çavkaniya xwe werdigrin ku di rewşa aktîvkirina rêkeftina etomî û rakirina cezayên ser Îranê de, Moskow di warê aborî de sûdê werdigre.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Henry Rome wiha got “Bi nerîna min divê em vegerin roja Şemiyê, dema Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hejmarek daxwazên nû li gor Rûsyayê bo gotûbêjên etomî ragihandin. Bingehê wan daxwazan ji wê yekî çavkaniya xwe werdigrin ku dibe Rûsya di warê aborî de sûdê ji rakirina cezayên ser Îranê ji aliyê Washingtonê ve werbigre, ev eger bû û rêkeftin hat aktîvkirin. Lê ferzkirina cezayên rojava ji ber şerê Ukraynayê dibe sedema wê yekê ku şiyana Rûsyayê ya baştirkirina peywendiyên aborî ligel Îranê kêm be. Bi baweriya min êdî mijarên din tên pêş, ji wan jî berjewendiya Rûsyayê di wê yekê de ye ku siyaseta rojava bişke û herwiha rê li ber petrola Îranê bê girtin ku biçe bazarên cîhanê.”
Rêkeftina Etomî sala 2015an di navbera welatên bihêz ên cîhanê ve hat îmzekirin, di Gulana 2018an de serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump ji rêkeftinê vekişiya û piştre qonax bi qonax ceza li ser Îranê ferz kirin. Îdareya Biden nêzîka salekê ye hewl dide rêkeftinê aktîv bike, lê roja Înê danûstandin rawestiyan. Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku ew rawestandin ji ber hinek faktorên derve bûye û got: “Em hewl didin wan astengan nehêlin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse