15 endamên Boko Haramê hatin kuştin

13-10-2025
Nîşan Nîjerya Boko Haram Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nîjeryayê di navbera artêşê û endamên rêxistina Boko Haramê de şer derket û 15 çekdar hatin kuştin.

Uba Saniyê Fermandarê Operasyona Hadin Kai li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wî diyar kir ku li herêma Kagayê ya eyaleta Bornoyê ve di navbera artêşê û endamên Boko Haramê de şer derketiye.

Sanî ragihand ku di şer de 15 çekdar hatine kuştin û gelek çekdarên din jî bi birîndarî reviyane.

4 leşker jî hatine kuştin

Sanî her wiha da zanîn ku 4 leşker jî hatine kuştin û artêşê dest daniye ser gelek çek û cebilxaneyên çekdaran.

Boko Haram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê çalak e û di êrişên wê yên ji sala 2009an û bi vir ve bi deh hezaran kes mirine.

Rêxistin ji sala 2015an û bi vir ve li welatên cîran ên wekî Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne.

Di êrişên rêxistinê yên li Hewza Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes mirine.

Ji ber êriş û pevçûnan bi sed hezaran kes neçar mane ku ji Nîjeryayê koçber bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst