Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civiyan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civiyan / Wêne: Ji ber dîmenan
Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civiyan / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Mezlûm Ebdî Karên Derve yê Amerîkayê Civîn Munîh Komunîst
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bi hev re li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyan.

Civîn îro li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hat lidarxistin.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê da zanîn ku di civînê de behsa rêkeftina navbera HSD û Şamê û rewşa giştî ya Sûriyeyê hatiye kirin.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Rubio û şandeya Sûriyeyê li ser avakirina Sûriyeyê û ewlehiya herêmê axivîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst