Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku ji bo cîhanê eşkere bûye ku Herêma Kurdistanê faktora aramî û aştiyê ya li herêmê ye.
Şehab diyar kir ku di Konferansa Munîhê de serok û rêberên welatan piştgiriya xwe ya ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê ducare kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya 62yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li Almanyayê ye.
Barzanî heta niha bi gelek serok, rêberên welatan û wezîrên bibandor re hevdîtin kirine.
Dilşad Şehab ji nûçegihana re ragihand ku konferansa îsal ji ya salên borî gelekî cuda ye.
Şehab anî zimên ku cîhan di nav metirsiyên mezin de ye û hemû aliyên ku li wir in li ser guherînên mezin û gefên li ser ewlehiya cîhanê diaxivin.
Herêma Kurdistanê di nav guherînên cîhanî de ye
Şehab bal kişand ser girîngiya beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê ya di konferansê de û got, “Herêma Kurdistanê di dilê pirsgirêk û guherînên cîhanî de ye.
Nêçîrvan Barzanî di hemû hevdîtinan de peyama Herêma Kurdistanê gihandiye serkirdeyên cîhanê.”
Berdevkê Serokatiyê li ser peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serok û rêberên welatan got:
“Em bawer dikin ku ti pirsgirêk û aloziyên li herêmê bi şer çareser nabin. Em piştgiriya diyalog û danûstandinan dikin da ku herêm bi giştî ji şer dûr bikeve.”
Dilşad Şehab her wiha behsa aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de jî kir.
Şehab diyar kir ku her aloziya li herêmê bandorê li rewşa Îraqê û bi taybetî jî li ser Herêma Kurdistanê dike.
Nêçîrvan Barzanî û Pirsgirêka Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de beşdar in.
Şehab ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve di hemû gavan de ji bo peymana di navbera HSD û Şamê de alîkar bûye.
Şehab bi bîr anî ku Barzanî par di konferansê de gava ewil ji bo nêzîkkirina aliyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê avêtibû û wiha domand:
“Li bîra min e, wê demê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Birêz Şeybanî cara ewil derketibû derve.
Wan li vir hevdû dît û Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir ku tenê gava ku mafê hemû pêkhateyan û bi taybetî yê Kurdan bê parastin, Sûriye dê aram û bipêşketî be.”
Şehab destnîşan kir ku beşeke sereke ya guftûgoyên Barzanî yên bi serok û serkirdeyan re taybetî bi rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû.
Civîna Mezlûm Ebdî, Şeybanî û Marco Rubio
Doh li kêleka konferansê Mezlûm Ebdî, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi hev re civiyan. Dilşad Şehab li ser vê civînê got:
“Ew nîşaneke baş e. Yek ji wan armancan e ku Serokê Herêma Kurdistanê her tim girîngî pê daye.
Gotina wî ya ji bo Kak Mezlûm her tim ev bû ku li Şamê be, Sûriyeyê wekî welatê xwe bibîne û beşdarbûneke çalak bike.”
Welat pêgeha Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin
Dilşad Şehab diyar kir ku hemû şandeyên welatan ên bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyane, rola Herêma Kurdistanê ya di warê aştî û aramiya Rojhilata Navîn de bibandor dibînin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ji ber cihê wê ya cografî, Herêma Kurdistanê bandorê li rûdanan dike û rûdanên herêmê jî bandorê li ser Herêma Kurdistanê dikin.
Şehab di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye û got:
“Ji ber vê yekê rola wê bilind tê nirxandin. Di hemû hevdîtinan de serkirdeyên welatan piştgiriya xwe ya ji bo parastina pêgeh, aramî û rola Herêma Kurdistanê ya di nav Îraq û Rojhilata Navîn de anîne zimên.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse