Peyama Amerîka bo Helebceyê: Mirovahî hê jî berdêla hovîtiya Sadam Huseyin dide

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê Jennifer Gavito diyar kir ku Herêma Kurdistanê tevî gefên rûbirûyê wê hê jî mezin dibe û got, ji bo dubare nebûna tawanên hovane yên li Helebceyê, divê hemû tiştên pêwîst bên kirin.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê bi boneya 35emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê webinarek (panela online) saz kir.

Di panelê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Abdurrahman, Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê Ebdullah Mehmûd, Musteşara Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Îran û Iraqê Jennifer Gavito, Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen, Maslahatguzarê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê ya li Washingtonê Salwan Şengalî, parêzerê mafên mirovan yê navneteweyî Gavriel Mayron, mamosteyê hiqûqê li zanîngeha Vanderbilt Michael Newton û rizgarbûya jenosîda Helebçeyê Zimnako Ehmed jî wek axaftvan beşdar bûn.

Jennifer Gavito di panelê de axavtinek kir û axaftina xwe ya sala borî ya di bîranîna Komkujiya Helebçeyê de bi bîr anî û got “Girîng e ku em hemû dest ji karên xwe berdin û xwe ji bo bîranîn, ronîkirin û nehiştina dûbarekirina zilmên hovane yên ku li dijî şêniyên Helebce hatine kirin, erka xwe bikin.”

Gavito got “Komkujiya Helebce ne tenê bûyereke dîrokî ya berê ye” û axavtina xwe wiha berdewam kir:

“Mirovahî hê jî berdêla hovîtiya Saddam Huseyin dide. Zêdetirî 10,000 rizgarbûyên êrîşên Helebçeyê, pêwîstiyên wan yên girîng ên pizîşkî hene ku heta îro jî berdewam in.

Bi vê boneyê ez careke din bi boneya 35. salvegera Komkujiya Helebçeyê sersaxiyên xwe yên taybet pêşkêş dikim. Ez bi navê Hikûmeta Amerîkayê sersaxiyên xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan dikim û berdewamiya hevkariya Amerîkayê bi Herêma Kurdistana Iraqê re dûpat dikim.

Bi baweriya min hêjayî gotinê ye ku îro Helebce ji tenê cihê şîn û windabûnê zêdetir e. Ji ber vê yekê me sala borî li wir gelek însiyatîfên dîplomatîk, geşepêdan û çandî dan destpêkirin. Bi taybetî ez dixwazim balê bikşînim ser brîfînga ku di 18ê Çile de bi serokatiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irv Hicks çûbû Helebceyê ku ronahiyê dide potansiyela aborî, çandinî û akademî ya parêzgar. Em dizanin ku rola wê di guhertina Iraqê de heye, em dixwazin peywendiyên xwe bi Helebce re berdewam bikin.”

Gavito dibêje “Lê em baş dizanin ku li Iraqê hovîtiyên wek Enfalê dubare dibin. Kêmtirî deh sal berê DAIŞê li herêmên di bin kontrola xwe de jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê pêk anî. Bi sed hezaran kes xwe spartin Herêma Kurdistana Iraqê. Dewletên Yekbûyî bersiva bangê da ji bo peydakirina hewcedariyên civakên olî û etnîkî yên ku li Iraqê rastî zilmê hatine û ji DAIŞê reviyane, û ji sala 2017an vir ve zêdetirî 500 milyon dolar pere dabîn kiriye ji bo alîkariya van civakan. Weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, rêxistinên navdewletî û şirîkên me yên herêmî yên Iraqî, em alîkariya van civakan dikin ku ji çewsandin û qirkirinê rizgar bibin û bi silametî vegerin malên xwe.”

Gavito diyar kir ku di hevpeyvîneke xwe ya vê dawî de ji wî hatiye xwestin ku bi yek peyvekê diyar bike ku behsa Herêma Kurdistanê dike û got “Min jî `geş e` bersiv da. Li gorî rewşa ku ev çalakî tê de hatiye lidarxistin, dibe ku ev pênas ne guncaw be, lê bi baweriya min pênaseya min rast e. Tevî wê tirsa ku rûbirûyê wê bûye, paşeroja Herêma Kurdistana Iraqê geş e û nîşana berxwedan û şiyana gelê Herêma Kurdistana Iraqê ye.”

Jennifer Gavito di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Bi hevkariyek erênî û pêşeroj, em dikarin paşerojeke aramtir û ewletir ji bo Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê misoger bikin."

Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas Helebce bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di Komkujiya Helebçeyê de herî kêm 5 hezar kes jiyana xwe j idest dan, bandorî li zêdeyî 10 hezar kesan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst