Trump: Îsraîl dê careke din êrişî Qeterê neke

16-09-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Qeter Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îsraîl dê careke din êrişî Qeterê neke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pirsên rojnamegeran bersivandin û qala êrişa asmanî ya Îsraîlê ya li Qeterê jî kir.

"Qeter hevalbendekî gelekî baş e"

Donald Trump diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê careke din êrişî Qeterê neke û wiha got:

"Qeter hevalbendekî gelekî baş e û gelek kes vê yekê nizanin."

Trump her wiha bal kişand li ser wê yekê ku Îsraîl dê li hemberî Hemasê hinek tedbîrên tund wergire û got:

“Netanyahu dê careke din li Qeterê nede lê dibe ku bide dûv wan (Hemas)."

Îsraîlê hefteya borî bi tundî baregeheke Hemasê ya li Dohaya paytexta Qeterê bombebaran kiribû.

Îsraîlê ragihandibû wan ku di êrişê de çend serkirdeyên Hemasê kirine armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst