Çima 'Vîzeya Zêrîn' a Ewropayê ji ya Amerîkayê zêdetir tê xwestin?

17-05-2025
Hêmin Ebdullah
Li Macaristanê li şûna 5 milyon dolarên Amerîkayê xelk bi 250 hezar euroyan dibin xwediyê îqameyê
Li Macaristanê li şûna 5 milyon dolarên Amerîkayê xelk bi 250 hezar euroyan dibin xwediyê îqameyê
Nîşan Vîzeya Zêrîn Amerîka Macaristan Malta Yunaistan
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Daxwaza herî zêde ya vîzeya zêrîn li ser Macaristan, Malta û Yunaistanê ye.

Kesên ku naxwazin bikevin destê qaçaxçiyên sextekar û bêrehm, didin ser rêyên yasayî yên çûna Ewropayê.

Wekî vîzeya xwendinê ya kar an jî eger Xwedê dabe wan û zengîn bin, dikarin bi hilberîn û bi pereyan mafê manê ji bo xwe û malbatên xwe bi dest bixin. Ji vê re “vîzeya zêrîn” tê gotin û gelek welatên Yekîtiya Ewropayê xwediyê wê ne.

Hefteyên borî Amerîkayê jî dest bi projeyeke wiha kir û Serokê wî welatî Donald Trump ragihand, her kesek 5 milyonan bide, mafê manê li Amerîkayê werdigre.

Dibe ku ev ji bo gelek kesan tiştekî xweş û baş be û bi rastî jî Amerîka ew der e ku mirov hez dike tê de bijî û pîr bibe.

Lê lêkolîn diyar dikin ku heta niha jî daxwaz zêdetir li ser vîzeya zêrîn a Ewropayê ye ne ya Amerîkayê.

Dibe ku sedema sereke jî ew be ku vîzeya Ewropayê erzantir dikeve û her kes ne xwediyê 5 milyon euroyan e ji bo ku pê biçe Amerîkayê.

Saziya Properti Wire ya Brîtanî lêkolînek belav kiriye ku diyar dike, piraniya wan kesên ku dixwazin bi hilberînê mafê manê wergirin, diçin cihekî wekî Macaristan an Yunanistanê.

Li Macaristanê, li şûna 5 milyon dolarên Amerîkayê ku dike nêzîkî 4 milyon û 700 hezar euro, xelk bi zêdeyî 250 hezar euroyan dibin xwediyê îqameyê.

Helbet divê em vê yekê jî bibêjin ku ew pere ne nirxê îqameyê ye û vala naçin lê beramberî wî pereyî li wî welatî milkek an projeyeke din a hilberînê dikire û her milkê te dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst