Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Weziristana Bakur a eyaleta Xeyber Pextunxwayê ya li bakurrrojavayê Pakistanê di pevçûnan de 10 çekdar hatin kuştin.
Rayedarên ewlehiyê ragihand ku li herêma Mîr Eliyê ya Weziristana Bakur hewldaneke êrişeke xwekujî li navendeke hêzên ewlehiyê hatiye kirin.
Li gorî rayedaran, êrişkarekî xwekuj bi otomobîlê êrişî navenda ewlehiyê ya li herêmê kiriye.
3 çekdaran jî dest bi şerê bi hêzên ewlehiyê re kiriye.
Rayedaran diyar kir ku di pevçûnê de 3 çekdar hatine kuştin û ragihandin ku di encama teqîna otomobîla bombebarkirî de zirar gihaye xaniyên derdorê û çekdarê ku otomobîl diajot jî di teqînê de miriye.
Rayedaran derbarê bê ma ji hêzên ewlehiyê ti windahî hene yan na agahî nedan.
Li aliyê din, li gorî nûçeya Geo Newsê, di operasyoneke cuda ya ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li herêma Datta Khelê ya Weziristana Bakur hat lidarxistin de 6 çekdarên din hatine kuştin.
Li Pakistanê pirsgirêka tundiyê
Êrişên çekdarî li Pakistanê, bi taybetî li eyaletên Xeyber Pextunxwa û Belûçistanê yên li ser sînorê Efxanistanê zêde ne.
Li her du eyaletan jî rêxistinên ku dibêjin ew mafên komên etnîk ên Peştû û Belûç diparêzin çalakiyên leşkerî li dar dixin.
Îslamabad îdia dike ku Talîbana Pakistanê (TTP) li Efxanistanê bi cih bûye û êrişên xwe ji wir organîze dike lê rêveberiya Efxanistanê van îdiayan red dike.
Li Belûçistanê jî êrişên Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) derdikevin pêş.
BLA dixwaze ku eyaleta Belûçistanê ji Pakistanê veqete û gelê Belûç vê herêmê bi rê ve bibe.
Daxwaza Pakistanê ji rêveberiya Efxanistanê
Pakistan, ji dema ku Talîbanê sala 2021ê li Efxanistanê desthilat girtiye ve li bendê ye ku rêveberiya nû derbarê TTPyê de tedbîran bigire.
Rêveberiya Îslamabadê diyar dike ku TTPya ku wekî “rêxistineke terorê” pênase dike û li welatê wê gelek çalakî pêk anîne, li Efxanistanê bi cih bûye û rêveberiya Kabulê li dijî rêxistinê tedbîran nagire.
Rêveberiya Efxanistanê jî dibêje ku TTP li ser axa wê ne çalak e.
TTP herêmên eşîrî yên li ser Xeta Durandê yên ku di serdema kolonyalîzma Brîtanyayê de di navbera Efxanistan û Pakistanê de hatiye diyarkirin û wekî sînor tê nirxandin û li herêma Peştûnan a ku li her du welatan belav bûye bi awayekî çalak bi kar tîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse