Krîza bi Îranê re kûrtir dibe: Cezayên navneteweyî vedigerin

19-09-2025
Nîşan Konseya Ewlehiyêya Neteweyên Yekbûyî Îran Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyêya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya ku rakirina daîmî ya sizayên li ser Îranê dihewand red kir.

Bi vê biryarê re rê li ber jinûvesepandina sizayên li ser Tehranê vebû.

Di dengdanê de, tenê Çîn, Rûsya, Pakistan û Cezayîrê piştgirî da pêşnûmayê.

Brîtanya, Fransa, Amerîka û hevpeymanên wan li dijî derketin. Guyana û Koreya Başûr jî bêalî man.

“Berpirsên sereke yên aloziyê ne”

Nûnerê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrevanî, bi tundî bertek nîşanî biryarê da û got:

"Sê welatên Ewropayê (Brîtanya, Fransa, Almanya) berpirsên sereke yên aloziyê ne.

Pêngavên ku wan avêtine êrişeke rasterast li ser yasayên navneteweyî ye."

Dê çi bibe?

Eger heta 28ê Îlonê di navbera Îran û sê welatên Ewropayê de rêkeftinek çênebe dê mekanîzmaya "Snapback"ê bikeve dewrê.

Ev mekanîzma, di rewşa ku Îran pêbendî rêkeftinê nebe, pêşbînî dike ku hemû sizayên navneteweyî bi awayekî otomatîk vegerin.

Rêkeftina nukleer a sala 2015an (JCPOA), piştî ku Amerîkayê sala 2018an bi awayekî yekalî xwe jê vekişand derbeke mezin xwaribû.

Biryara îro krîza di navbera Rojava û Îranê de careke din kûrtir dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst