Cezayên ku dê bi ser Îranê de werin sepandin çi ne?

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Ceza Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komek cezayên Neteweyên Yekbûyî yên ji ber bernameya Îranê ya atomî dê careke din bi ser Îranê de werin sepandin.

Cezayên ku li gorî peymana sala 2015an hatibûn rakirin, dê careke din eger di kêliyên dawî de pêşhateke dîplomatîk çênebe bikevin meriyetê.

Ceza piştî wê yekê hatin sepandin ku Brîtanya, Fransa û Almanyayê mekanîzmaya “snapbackê” ango sepandina bilez a cezayan xist meriyetê ku di peymanê de cih girtibû.

Welatên Ewropî, Îranê bi pêbendnebûna bi sozên xwe tohmetbar dikin.

Ceza kê û çi dikin armanc?

Ceza şirket, sazî û kesayetiyên ku rasterast an nerasterast rol di bipêşxistina bernameya atomî ya Îranê an mûşekên wê yên balîstîk de dilizîn, dikin armanc.

Her kes an aliyekî ku kel û pel, tecrube û pisporî yan jî pere ji bo bernameya atomî an mûşekî ya Îranê dabîn kiribe, dê bikeve ber cezayan.

Bandora li ser beşeke mezin a aboriyê

Ew cezayên ku tên sepandin, rê li ber her cure firotin û veguhastina çekan a ji bo Îranê digirin.

Hawirde, hinarde û veguhastina pêkhate û teknolojiyên girêdayî bernameya atomî û mûşekên balîstîk tên qedexekirin.

Serwet û çavkaniyên wan sazî û kesayetiyên li derveyî Îranê yên ku pêywendiya wan bi bernameya atomî ya Îranê re heye, tên sekinandin.

Ew kesên ku bi her awayî rola wan di çalakiyên atomî yên qedexe yên Îranê de heye, rê li ber geşta wan a ji bo welatên endamên Neteweyên Yekbûyî tê girtin.

Pêwîst e welatên endamên Neteweyên Yekbûyî gavan li dijî wan sazî û dezgehên bankî û darayî biavêjin ku guman li ser wan heye alîkariya bernameyên atomî û balîstîk ên Îranê dikin.

Her kesê ku sîstema cezayan binpê bike, serwet û samanên wî li seranserî cîhanê tên sekinandin.

Cezayên cuda yên Ewropayê

Li gel cezayên Neteweyên Yekbûyî, dibe ku Yekîtiya Ewropayê hinek cezayên din bi awayekî cuda bisepîne.

Armanca cezayan lêdana li aboriya Îranê ye, ne tenê ji bo rêgirtina li çalakiyên wê yên atomî, di heman demê de ji bo avakirina zexteke darayî ya li ser Tehranê da ku pêbendî daxwaziyan bibe.

Welatên Rojava ditirsin ku Îran bibe xwediyê çeka atomî; mijareke ku Tehran bi tundî red dike, di heman demê de mafê xwe yê bipêşxistina bernameyeke atomî ya ji bo armancên hilberîna enerjiyê û lêkolînên zanistî diparêze.

Berê jî Amerîkayê cezayên xwe bi ser Îranê de sepandibûn û di nav de qedexekirina kirîna petrola Tehranê ji aliyê welatên din ve jî hebû.

Ev jî piştî ku Donald Trump di dema yekem a serokatiya xwe de ji peymana atomî vekişiya hat bicihanîn.

Mekanîzmaya Snapbackê çawa tê bicihanîn?

Ev mekanîzma biryarên Neteweyên Yekbûyî careke din dixe meriyetê lê bicihanîna pratîkî ya mekanîzmayê, pêwîstî bi wê yekê heye ku welatên endam yasayên xwe sererast bikin da ku pê pêbend bin.

Biryardana li ser derxistina yasayan ji bo bicihanîna cezayan dikeve ser milê Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê lê aliyan hûrgiliyên pêvajoyê eşkere nekirine.

Ceza çawa tên sepandin?

Biryarên Konseya Ewlehiyê û cezayên pêywendîdar gelek caran tên binpêkirin.

Pirsa sereke ew e ka gelo welatên wekî Çîn û Rûsyayê yên ku çalakkirina mekanîzmaya snapbackê wekî neyasayî dibînin, dê biryara pêbendnebûnê bidin?

Hinek welatan, tevî cezayên Amerîkayê jî bazirganiya xwe ya bi Îranê re domand.

Welatên Ewropî pêşbînî dikin ku Rûsya pêbendî cezayan nebe lê helwesta Pekînê ku beşeke mezin ji petrola Îranê dikire, ne diyar e ka dê çawa be.

Klimênt Term lêkolerê Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Îranê ya girêdayî Zanîngeha Sorbonê ya Fransayê da zanîn:

"Xwedizîna ji cezayan bacên wê hene; bacên siyasî û her wiha darayî û aborî, ji ber ku dan û standinên darayî gelekî bihatir bûne."

Şirketên veguhastina deryayî ji wan sektoran in ku dê bi radeyeke mezin bandora cezayan li ser wan çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst