Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Cenevreyê bi Ewropiyan re civiya û piştî civînê got, “Kengî êriş rawestin em ji bo diyalogê amade ne.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û şandeyên pê re li otelekê li Cenevreyê civiyan.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da zanîn ku Ewropiyan ji Eraqçî re gotiye, “Yan vegerin maseya dan û standinan an jî Îsraîl dê hemû tesîsên atomî tune bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku welatên Ewropayê li hemberî êrişên Îsraîlê bê deng in.
Wî diyar kir ku “Îran dê xwe li hemberî rejîma Îsraîlê biparêze” û got, “Heta ku êriş berdewam bikin em dê xwe biparêzin.”
“Kengî êriş rawestin em ji bo diyalogê amade ne”
Eraqçî diyar kir “Bernameya atomî ya Îranê aştiyane ye” û da zanîn ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) xebatên wan ên di vî warî de dişopîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi hevoka “Kengî êriş rawestin em ji bo diyalogê amade ne” daxyand ku ew ji bo dan û standinê amade ne lê divê êriş rawestin.
Li aliyekî ev hewlên diyalogê hene lê li aliyê din şerê Îran û Îsraîlê gur e û êrişên her du aliyan îro jî berdewam dikin.
#VÎDEO - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Cenevreyê bi Ewropiyan re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 20, 2025
🛑 Ebas Eraqçî piştî civînê wiha axivî:
🎙️ Îran dê xwe li hemberî rejîma Îsraîlê biparêze
🎙️ Heta ku êriş berdewam bikin em dê xwe biparêzin
🎙️ Bernameya atomî ya Îranê aştiyane ye
🎙️… pic.twitter.com/J3N44my27j
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse