Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku ew dê sibe li Cenevreyê, bi hevtayên xwe yên Brîtanî, Fransî û Alman û her wiha dîplomatê herî payebilind ê Yekîtiya Ewropayê re bicive.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku civîn dê li ser daxwaza sê welatên Ewropayê pêk were.
Çavkaniyeke dîplomatîk a Alman doh ji Reutersê re ragihandibû ku Îranê qebûl kiriye beşdarî civînê bibe.
Wezîr dê ewilî li nûnertiya daîmî ya Almanyayê ya li Cenevreyê, bi Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê re bicivin.
Çavkaniyê her wiha gotibû ku ew dê piştre bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtineke hevpar li dar bixin.
Lo gorî çavkaniya Alman, armanca van dan û standinên di navbera Îran û Ewropiyan de ew e ku aliyê Îranê were qanihkirin da ku garantiyeke misoger bide ku dê bernameya xwe ya nukleerî tenê ji bo armancên sivîl bi kar bîne.
Çavkaniyê da zanîn ku tê plankirin piştî dan û standinan, diyalogeke birêkûpêk di asta pisporan de were meşandin.
Ev însiyatîfa Ewropayê, piştî ku hefteya borî Îsraîlê dest bi êrişên leşkerî yên berfireh li dijî Îranê kir û Îranê jî wekî bersiv mûşek avêtin Îsraîlê, ji ber nîgeraniyên derbarê zêdebûna pevçûnan li Rojhilata Navîn, ket rojevê.
Îsraîlê ragihand ku armanca wê jinavbirina şiyana Tehranê ya ji bo bipêşxistina çekên atomî ye.
Îran jî red dike ku bernameya wê ya atomî xwedî armancên leşkerî be.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, bangî Îranê kir ku ji bo çareseriyeke ku derbarê bernameya nukleerê de garantiyê bide bixebitin û got, "Ji bo rûniştina li ser maseya dan û standinan qet ne dereng e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse