Tammy Bruce: Serok Trump ji bo diyalogê hewl dide

20-06-2025
Diyar Kurde
Tammy Bruce û Diyar Kurde / Wêne: Rûdaw Grafîk
Tammy Bruce û Diyar Kurde / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Amerîka Donald Trump
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ragihand ku Donald Trump dan û standinên xwe yên ji bo çareseriya bi rêya diyalogê didomîne.

Di nav germiya şerê Îran û Îsraîlê de yek ji mijarên ku herî zêde rojev e, helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump û biryarên wî ne.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê doh ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di nava 2 hefteyan de biryarê bide bê ka Amerîka dê tevlî şer bibe yan na.

“Nabê ku Îran xwediyê çekên atomî be”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ji rojnamegeran re axivî û Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde jî pirsên xwe kirin.

Tammy Bruceyê jî Rûdawê re got, “Nabê ku Îran xwediyê çekên atomî be” û li pey çû:

“Trump hewlên xwe yên ji bo diyalogê didomîne, Amerîka di nava guftûgoyê de ye. Serok Trump hêvî dike ku dan û standin bên kirin.”

“Eger êrişî hêzên me bike...”

Wê eşkere kir ku ti Amerîkayî di şerê Îran û Îsraîlê de nemirine û anî zimên:

“Eger Îran êrişî karmend û hêzên me dê encam ji bo wê metirsîdar be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst