Neteweyên Yekbûyî: Birçîbûn li Xezeyê gihîştiye asteke kembax

23-08-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Samir Al-Hawarî û Zarokeke Filîstinî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Samir Al-Hawarî û Zarokeke Filîstinî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Xeze Birçîbûn
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku birçîbûna li Xezeyê gihiştiye asta "karestê" û anîn ziman ku astengkirina alîkariyên mirovî "zarokên Xezeyê ber bi xaleke metirsîdar ve dibe."

Li gorî raporeke nû ya ku ji aliyê pisporên Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, li Xezeyê zêdetirî nîv milyon kes rûbirûyê rewşeke kembax e û zêdetirî milyonek kesên din jî di rewşeke awarte de ne.

Birêvebirê Ofîsa Dabînkirina Alîkariya Lezgîn ya Rêxistina Xwirek û Çandiniyê ya Cîhanê (FAO) Rein Paulsen got:

"Cureya herî xirab a birçîbûnê niha rû dide. Birçîbûn li Xezeyê gihiştiye qonaxa 5emîn a IPCyê.

Li seranserê Xezeyê, zêdetirî nîv milyon kes rûbirûyî rewşeke karesatî bûne.

Her wiha zêdetirî milyonek kesên din ku dike nêzîkî ji sedî 54ê ji nifûsê ye, rûbirûyî qonaxa awarte ya pileya 4an bûne."

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî encamên raporeke hûrgilî jî parve kirin ku nîşan dide qurbaniyên herî mezin ên kêmxwarinê zarok in.

"Laşê zarokan biçûk bûye"

Alîkarê Birêvebirê Çalakiyên UNICEFê Samir Al-Hawarî jî got:

"Rêgirtina li gihandina alîkariyên mirovî, zarokên Xezeyê ber bi asteke metirsîdar ve dibe.

Laşê zarokan ew qasî biçûk bûye ku nikarin xwarinê bixwin yan jî bigirîn. Dê û bav bêyî ku xwarina bidin zarokên xwe tên klînîkan.”

Amar çawa tên komkirin?

Nûçegihanê Rûdawê Namo Abdullah pirsa, “Di rewşeke ku Îsraîl red dike ku rewşa sivîlan ew qasî xirab e, berpirsên Neteweyên Yekbûyî çawa dikarin daneyên pêbawer kom bikin?” kir û Rene Paulsen jî ev bersiv da:

"Ji bo komkirina daneyan çavkaniyên curbicur tên bikaranîn. Hinek bi rêya mekanîzmayeke bi navê CATI (Hevdîtinên Telefonê yên bi Alîkariya Komputerê) û hinek jî bi nirxandinên hevkarên me yên li qadê tên bidestxistin.

Samir Al-Hawari her wiha got, “Wekî UNICEF, em daneyên xwe bi rêya hebûna xwe ya li meydanê û bi rêya karê li gel hevparên xwe yên pêbawer kom dikin.

Em daneyên xwirekan kom dikin û li 170 xalên xwirekan li Xezeyê pişkinînan dikin.

Ev tîm bi awayekî fîzîkî pîvana baska zarokên kêmxwarinê yan jî di bin rîskê de ne digirin.

Ev analîza dawî ya IPCyê ji aliyê 50 pisporên 19 saziyan ve hatiye kirin.”

Alîkariyên ji hewayê ne bes in

Îsraîlê heta niha destûr daye ku hinek alîkarî ji hewayê ve ji bo xelkê Xezeyê bên avêtin lê berpirsên Neteweyên Yekbûyî tekez dikin ku ev ne bes e.

Berpirsan diyar kir ku ji bo cudahiyeke rastîn çêbibe, divê şert û mercên guncav ji bo veguhastina xwarinê bi kamyonan werin afirandin û wext kêm e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst