Hewlêr (Rûdaw) - Yekem keştiya petrola Îranê gihişte navçeya aborî ya Vanezuelayê û berpirsekî paye bilind ê Amerîkayê jî ji medya welatê xwe re ragihandiye ku îdareya Trump çend bijardeyan gotûbêj dike daku bersiva wê pêngava Îranê bide.
Wezîrê Petrolê yê Vanezuelayê Tariq Îsmî ku bi esil Sûrî ye, li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsiye: “Keştiya petrola Komara Îslamî ya Îranê bi fermî gihiştiye navçeya me.”
Tariq ji nû bûye wezîrê petrolê yê wî welatî û di lîsteya daxwazkirî ya Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê de ye.
Amerîkayê bi hinceta rêgirtin li çûn û hatina maddeyên hişber hêza deryayî li navçeya Caribbean zêdetir kiriye û Pentagonê roja Înê ragihand ku haya wan ji ti kargoyeke Îranî li navçeyê nîne.
Keştiya petrolê Filottila milyonek û 53 hezar bermîl benzîn hilgirtiye, Vanezuela ji ber cezayên Amerîkayê û daketina bihayê petrolê rûbirûyê krîzeke dijwar bûye, li wî welatî benzîn zehmet bidest dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse