Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê agirbesta Îran û Îsraîlê got, “Hîn zû ye ku em, ji gotinên Trump ên derbarê agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de encamekê derxin.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de axivî.
Sergey Lavrov destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên Trump ên li ser gihîştina peymaneke ya di navbera Îran û Îsraîlê de, hîn zû ye ku ew encamên dawî derxînin.
Bi gotina Lavrov lê Rûsya dê ji bo peymaneke wisa kêfxweş bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê wiha got, “Eger peymaneke wisa hebe, em dê tenê pêşwaziya wê bikin.
Lê piştî ragihandina agirbestê jî raporên derbarê êrişan ên di navbera Îsraîl û Îranê de hebûn.
Ji ber vê yekê jî divê em li ser bingeha agahdariyên parçe parçe ti encamên bilez dernexînin.
Lê em ji rûdanan bi fikar in.”
Lavrov her wiha diyar kir ku ew rewşa heyî ji nêz ve dişopînin û hêvî dikin ku her du alî jî berpirsiyar tevbigerin da ku aloziyên zêdetir dernekevin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de îro sibehê dest pê kiriye û Tehran dê operasyonên xwe rawestîne.
Çend demjimêran piştî ragihandina agirbestê, artêşa Îsraîlê eşkere kir ku Îranê bi avêtina 2 mûşekan agirbest bin pê kiriye.
Li ser vê yekê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wî ferman daye artêşê da ku bersiva Îranê bide û baregehên li navenda Tehranê bike armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse