Neteweyên Yekbûyî: Li Kobaniyê zêdetir pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Namo Ebdula û Stephane Dujarric / Wêne: Rûdaw
Namo Ebdula û Stephane Dujarric / Wêne: Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî Kobanî Alîkariyên Mirovî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric anî zimên ku doh Ofîsa Hevahengiya Kar û Barên Mirovî (OCHA) ragihandiye ku karwanekî alîkariyên mirovî gihiştiye Kobaniyê.

Li gorî Stephane Dujarric, ev karwan ji 27 barhilgiran pêk dihat. Vê karwanê xwarin, pêdiviyên bijîşkî û sotemenî gihandin herêmê.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîneke çapemeniyê de behsa rewşa bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Elektrîk tenê ji sedî 40ê pêdiviyan dabîn dike

Dujarric ragihand "Her çend rewş ber bi başbûnê ve diçe û beşek ji elektrîkê vegeriyaye jî lê hîn pêdiviyên mirovî zêde ne. Elektrîka navçeyê ne bi pergal e û tenê ji sedî 40ê pêdiviyan dabîn dike.”

Berdevkê NYyê Dujarric ragihand ku “Kêmbûna sotemeniyê jî didome û ev yek bûye sedema bilindbûna bihayê wê. Berpirsên xwecihî dibêjin ku karên wan ên herî pêşîn dabînkirina derman û elektrîkê ya ji bo xelkê ye.”

Dujarric da zanîn ku malbatên koçber jî tekezî li ser pêwîstiya xwe ya bilez a bi doşek, betanî û konan û her wiha xwarin û xizmetguzariyên tenduristiyê dikin û got:

"Her çend bazar heta radeyekê vekirî ne û xwarin peyda dibe jî lê ji ber kêmbûna kel û pelan nirx hîn jî bilind in.”

Dilgiraniyên ewlehiyê rê li ber vegerê digirin

Stephane Dujarric di beşeke di ana axaftina de got, “Gelek koçber dixwazin vegerin cih û warên xwe. Lê dilgiraniyên ewlehiyê û nûçeyên talankirina mal û milkan rê li ber vegera bikom a xelkê digirin."

Dujarric her wiha got, “Ji meha Kanûna Paşîn ve, hevparên Neteweyên Yekbûyî bi rêya 29 karwanan û zêdetirî 300 barhilgiran alîkarî gihandine nêzîkî 190 hezar kesî. Ev alîkarî gihîştine parêzgeha Helebê û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.”

Dujarric pirsên Rûdawê bersivandin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula bersivandin.

Rûdaw: Spas Stephane. Ji ber ku Kobanî li ser sînorê Tirkiyeyê ye, ji aliyê teorîk ve diviyabû gihandina alîkariyan bileztir bûya. Wekî ku we jî amaje pê da, gelo çima ew bajar heta niha ji ber kêmbûna zêde ya elektrîk û pêdiviyên bijîşkî dinale?

Stephane Dujarric: Wekî hûn dizanin, ew herêm bûye qada gelek aloziyan. Em niha zêdetir girîngiyê didin hewlên xwe yên mirovî yên li Şamê. Ji ber ku piraniya kel û pel û pêdiviyên me li wê derê ne. Di heman demê de em hewlên xwe yên ji bo gihandina alîkariyan a ji sînoran jî didomînin. Hevkarên me hemû rêyan bi kar tînin û bi rayedarên Sûriyeyê re di nav hevahengiyeke nêzîk de ne.

Rûdaw: Gelo we karîbû bi rêya Tirkiyeyê karwanên alîkariyê bişînin, yan Tirkiyeyê astengî li pêşiya we derxistin?

Stephane Dujarric: Bila ez wiha bibêjim: Operasyonên gihandina alîkariyan ji sînor didomin. Lê derbarê wê yekê de bê ka ti karwanê taybet ji sînorê Tirkiyeyê ve derbasî nav Kobaniyê bûye yan na, divê ez bi ofîsa Sûriyeyê re piştrast bikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst