Li nêzîkî Koşka Spî êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin

26-11-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Êriş Koşka Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî Koşka Spî gule li hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê hatin reşandin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ragihand ku li nêzîkî Koşka Spî gule li Nobedarên Niştimanî yên Amerîkayê hatine reşandin.

Polîsê Washingtonê diyar kir ku wan gumanbarek desteser kiriye.

Li gorî zanyariyên Diyar Kurde, êriş ne li dijî Koşka Spî bûye.

Polîsê Washingtonê ragihand ku kesekî bi çekê êriş kiriye.

Polîsan diyar kir, "Çend kes birîndar bûne, du ji wan Nobedarên Niştimanî ne."

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hûrgiliyên bûyerê hatiye agahdarkirin û Koşka Spî rewşê dişopîne.

Wezîra Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê Kristi Noemê jî got, "Tika ye bi min re bin da ku em duayan ji bo wan du nobedaran bikin ku demeke kurt berê gule li wan hatin reşandin."

Polîsan derbarê rewşa tenduristiyê kesên birîndar ti agahî eşkere nekirine lê ragihand ku gumanbarek hatiye desteserkirin.

Şahidekî ji Diyar Kurde re anî ziman:

"Ez di taksiyê de bûm û min dengê guleyan bihîst.

Min dît ku xelk direve. Min du caran dengê guleyan bihîst û kesekî hawar dikir û digot alîkariya min bikin."

Li gorî polîsan, êriş li xaçerêya 17an a Kolana Northwestê hatiye kirin ku çend kolanan ji Koşka Spî dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst