Hewlêr (Rûdaw) - Welatê Balkanê Montenegro, piştî bûyerên tundûtûjiyê yên ku welatiyên Tirkiyeyê tê de cih girtin, mafê derbasbûna bêvîze ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê rawestand.
Li wî welatî li dijî welatiyên Tirkiyeyê xwepêşandanên tund hatin lidarxistin û gelek kargeh hatin şewitandin.
Serokwezîrê Montenegro Milojko Spajic ragihand ku ew dê serbestiya vîzeyê ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê bi awayekî demkî rawestînin.
Li gorî medyaya herêmî, bûyerên ku bûn sedema vê biryarê, piştî ku li paytext Podgorîkayê welatiyekî Montenegro yê 25 salî yê bi navê M.J. ji aliyê du welatiyên Tirkiyeyê yên li wî welatî dijîn ve hat kêrkirin, dest pê kirin.
Piştî bûyerê, taxa Zabjeloyê ya Podgorîkayê bû navenda protestoyan.
Komên ku li ser medyaya civakî xwe bi rêk xist, dest bi parvekirina vîdyoyên li dijî Tirkiyeyê kir.
Piştre jî komên qelebalix li ber kargehên Tirkiyeyiyan bi durişma "Mirin ji Tirkan re" xwepêşandan kirin.
45 kes hatin desteserkirin
Li gorî agahiyan, polîsan di nav de kujerên bûyerê jî 45 welatiyên Tirkiyeyê desteser kirine û hat ragihandin ku ew kes dê bên dersînorkirin.
Di nûçeyên medyaya herêmî de hat diyarkirin ku operasyon dê berdewam bike, polîs dê welatiyên Tirkiyeyê yên li wî welatî kontrol bike û di rewşa binpêkirina yasayan de dê cezayan bibire.
Di vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku kargehên Tirkiyeyiyan tên şewitandin.
Di navbera Tirkiye û Montenegro de Peymana Bêvîzeyê heye.
Di peymanê de wiha tê gotin, “Welatiyên Tirkiye û Montenegroyê yên xwedî pasaportên dîplomatîk, taybet, xizmet û giştî, dikarin bêyî vîze derbasî welatên hev bibin, bi şertê ku di nav şeş mehan de ji 90 rojan zêdetir nemînin.”
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyanî da
Li ser biryara hikûmeta Montenegro ya rawestandina mafê derbasbûna bêvîze, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêşhat ji her alî ve ji nêz ve tên şopandin û temas û hevahengiya bi rayedarên Montenegro re bênavber berdewam dike."
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de wiha hat gotin:
“Dawiya hefteya borî li Montenegroyê hinek bipêşketinên nexweş qewimîn ku bandor li welatiyên me jî kir.
Piştî destpêkirina bûyeran yekser bi rayedarên Montenegro re temas hat danîn û ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyên me tedbîrên pêwîst hatin girtin.
Pêşhat ji her alî ve ji nêz ve tên şopandin û temas û hevahengiya bi rayedarên Montenegro re bênavber berdewam dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse