TAYBET - Almanya: Yekane çareseriya li Sûriyeyê misogerkirina mafên Kurdan e

2 demjimêr berê
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Rojavayê Kurdistanê Mafên Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku yekane çareseriya şerê li Sûriyeyê, di misogerkirina maf û beşdariya Kurdan de ye.

Berlînê daxwaz kir ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de ji bo dan û standinan were bikaranîn û rê li ber tundiya zêdetir were girtin.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê û destwerdana Tirkiyeyê ya di şerê li dijî Kurdan de bersiv da pirsên me.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê amaje bi wê yekê kir ku her çi qasî rewşa li herêmên Kurdan û deverên di bin kontrola Kurdan de aloz be jî divê sivîl werin parastin.

Almanyayê ducare kir ku ew mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê, rewşa niha û rûdanên li Sûriyeyê di hevdîtinên xwe yên lig el Tirkiyeyê de gotûbêj dikin.

"Yekane rêya çareseriyê"

Berdevkê wezaretê li ser pirsa Rûdawê ya derbarê bidawîanîna şerê li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê got:

“Yekane rêya çareseriya vî şerî, bi rêya dan û standinên li ser maf û beşdariya Kurdan a di çarçoveya dewleteke Sûriyeyê ya yekgirtî û giştgir de derbas dibe.”

Berdevkê wezaretê her wiha ragihand ku Almanya dirêjkirina agirbesta ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer 18ê Kanûna Paşîn li ser li hev kiribû erênî dibîne.

Rewşa mirovî ya li Kobaniyê

Rûdawê pirsa dorpêçkirina bajarê Kobaniyê û nebûna mazot û enerjiyê ya di vê zivistana dijwar de ku li gorî rêxistinên mafên mirovan bûye sedema canjidestdayîna 6 zarokan, arasteyî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê kir.

Berdevkê wezaretê di bersivê de da zanîn ku hefteya borî karwanekî alîkariyê ku ji 24 barhilgiran pêk dihat gihiştiye bajarê Kobaniyê.

Hikûmeta Almanyayê her wiha bangî hikûmeta Ehmed Şer kir ku biryara vekirina du korîdorên mirovî yên ber bi Kobanî û Hisîçayê (Hesekê) ya ku 25ê Kanûna Paşîn ragihandibû pêk bîne.

Rûdaw: Helwesta Almanyayê li hemberî tundûtîjiya leşkerî û destwerdana Tirkiyeyê ya wekî hevpeymanekî NATOyê li Sûriyeyê çi ye? Ewropa û bi taybetî Almanya çawa dikarin rê li ber Enqereyê bigirin da ku êdî nebe faktoreke aloziyê û tundiyê di pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Sûriyeyê de?

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê: Em pêşwaziya ragihandina dirêjkirina agirbestê dikin û bang li her du aliyan dikin ku vê demê ji bo dan û standinan bi kar bînin û dawî li vî şerî bînin bêyî ku tundiyeke zêdetir rû bide.

Rewş li herêmên Kurdan û deverên di bin kontrola Kurdan de aloz e. Em bangî her du aliyan dikin ku parastina welatiyên sivîl, çi Kurd bin çi Ereb misoger bikin. Yekane rêya çareseriya vî şerî bi rêya dan û standinên li ser maf û beşdariya Kurdan di çarçoveya dewleteke Sûriyeyê ya yekgirtî û giştgir de derbas dibe.

Em di hevdîtinên xwe yên li gel Tirkiyeyê de jî rewşa niha û rûdanên li Sûriyeyê gotûbêj dikin.

Rûdaw: Almanya çawa dixwaze rê li ber Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bigire da ku komkujiyên nû li dijî gelê Kurd û kêmneteweyên din pêk neyîne, wan neçar neke ku ji welatê xwe derkevin û koçî Ewropayê bikin?

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê: Di dawiya hefteyê de karwanekî alîkariyê ku ji 24 barhilgirên derman û kelûpelên mirovî pêk dihat, gihîşt bajarê Kobaniyê.

Her wiha hikûmeta Sûriyeyê roja yekşemê ragihand ku ji bo hêsankirina gihandina alîkariyan a herêmên bandordar du korîdorên mirovî ber bi Kobanî û Hesekê ve hatine vekirin. Divê niha ev biryar were pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst