Hewlêr (Rûdaw) - Îranê sepandina cezayên Neteweyên Yekbûyî wekî "nerewa" bi nav kir û da zanîn ku ew dê "bersiveke tund û guncav" bide.
Komek cezayên Neteweyên Yekbûyî yên ji ber bernameya Îranê ya atomî dê careke din bi ser Îranê de werin sepandin.
Cezayên ku li gorî peymana sala 2015an hatibûn rakirin, dê careke din eger di kêliyên dawî de pêşhateke dîplomatîk çênebe bikevin meriyetê.
Cezayên Neteweyên Yekbûyî saet 03:00an a bi dema Hewlêrê careke din hatin sepandin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê piştî sepandina cezayan bi daxuyaniyekê ragihand:
"Çalakkirina cezayên ku hatine betalkirin ne tenê ji aliyê yasayî ve bêbingeh û nedadperwerane ye, di heman demê de pêwîst e hemû welat xwe ji naskirina vê rewşa neyasayî dûr bixin.
Çalakkirina biryarên hatine betalkirin heqareteke eşkere ye li serweriya yasayê û hewlên bi vî rengî pûç û nerewa ne."
Sepandina cezayan piştî wê yekê hat ku welatên Ewropayê mekanîzmaya snapbackê ango sepandina bilez a cezayan li dijî Îranê xistin meriyetê.
Welatan Îran bi wê tohmetbar kir ku pêbendî peymana atomî ya sala 2015an nebûye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê anî ziman:
"Komara Îslamî ya Îranê bi tundî parastina maf û berjewendiyên xwe yên niştimanî dike.
Ji bo karên ku zererê bidin berjewendî û mafên gelê Îranê dê bersiveke me ya tund û guncav hebe."
Amerîka û Ewropa çi dibêjin?
Washingtonê ji Tehranê xwest ku gotûbêjên rasterast bi Amerîkayê re bike, Ewropiyan jî hişyarî da Îranê ku xwe ji karên ku bibin sedema "zêdebûna aloziyan" dûr bigire.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di daxuyaniyekê de got:
"Dîplomasî hîn jî mimkun e. Gihîştina lihevkirinê, encama herî baş e ji bo gelê Îranê û cîhanê.
Ji bo ku ev yek çêbibe, pêwîst e Îran razî bibe ku bi niyetpakî, bêyî ku wextê bikuje û tiştan aloz bike, gotûbêjên rasterast bike."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha ji welatan xwest ku cezayan bi ser Îranê de bisepînin û biryarê bi cih bînin.
Fransa, Brîtanya û Almanyayê di daxuyaniyeke hevbeş de got:
"Sepandina cezayên Neteweyên Yekbûyî ne dawiya dîplomasiyê ye.
Em ji Îranê dixwazin ku xwe ji gavên ku dibin sedema zêdebûna aloziyan dûr bigire."
Ew cezayên ku li gorî peymana sala 2015an hatibûn rakirin, careke din hatin çalakkirin.
Ceza kê û çi dikin armanc?
Ceza şirket, sazî û kesayetiyên ku rasterast an nerasterast rol di bipêşxistina bernameya atomî ya Îranê an mûşekên wê yên balîstîk de dilizîn, dikin armanc.
Her kes an aliyekî ku kel û pel, tecrube û pisporî yan jî pere ji bo bernameya atomî an mûşekî ya Îranê dabîn kiribe, dê bikeve ber cezayan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse