Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Sînem Mihemed got, “Gelek endamên Pentagon û Kongreyê naxwazin li Sûriyeyê şerekî nû çêbibe.”
Sînemê her wiha got, “Tirkiye bi serê xwe tiştekî bike jî dê bersiva wê bibîne.”
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed bû mêvana Rûdawê û pirsên Hîwa Cemal bersivandin.
Bi gotina Sînem Mihemedê di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ti şandeyên ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bikin amade nebûne.
"Yekem car bû ku Serokê Sûriyeyê beşdar bû"
Sinemê bal kişand ser beşdarbûna Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şer a di civînê de û got:
"Bi rastî civîna Neteweyên Yekbûyî ya vê carê gelekî balkêş bû, ji ber ku piştî zêdetirî 60 salan cara yekem bû ku serokekî Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî amade bû û axaftinek ji xelkê re kir.
Lê kom an delegeyên ku hatibûn, hemû yek reng bûn. Me nedît ku ti kes ji pêkhateyên Sûriyeyê yên din tê de beşdar be."
Wê da zanîn ku hikûmeta Şamê ji bo beşdarbûna li civînê ti agahî nedaye aliyê Kurdan û got:
“Hikûmeta Şamê bi rengekî din hatiye û me nedît kesek ji pêkhateyên din ên wekî Elewî, Durzî, Xirêstiyan an jî Erebên Sunî yên demokratxwaz di nav şandeyê de hebin.
Ew kes ne amade bûn û ew ne jî razî bûn."
"Hemû welat li ser yekparçebûna Sûriyeyê tekez dikin"
Sînem Mihemed derbarê helwesta civaka navneteweyî jî got ku nêrîna hemû welatan li ser çend xalan hevbeş e got:
"Bi rastî hevdîtin me yên bi nûnerên Fransa, Brîtanya û welatên din ên Ewropa û Ereban re hebûn û ew hemû li ser sê xalan sekînin.
Yekem, yekparçebûna axa Sûriyeyê. Duyem, avakirina hikûmeteke hevbeş bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re.
Sêyem jî divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin û her herêmeke Sûriyeyê karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe."
Pirsgirêka Kampa Holê
Sinemê derbarê rewşa Kampa Holê jî da zanîn ku ew dixwazin ew kes vegerin welatên xwe û ev yek ji bo wan jî bûye barekî giran û got:
"Em jî dixwazin ew kesên ku li Kampa Holê ne û endamên DAIŞê ne vegerin welatên xwe, çimkî ew ji bo me bûne barekî giran û gefeke mezin li ser welatiyên me çêdikin.
Me gelek caran xwestiye ku hemû dewletên Ewropa û Ereban werin û welatiyên xwe yên di nav DAIŞê de vegerînin welatên xwe."
Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Sînem Mihemed derbarê hevdîtinên Ehmed Şer yên li Neqw Yorkê jî da zanîn tevî ku agahiyên berfireh di destê wan de nînin lê hevdîtin bi xwe nîşan dide ku gelek aliyên navneteweyî xwestiye ku bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re bikevin nava diyalogê.
“Endamên Kongreyê û Pentagonê şer naxwazin”
Sinemê derbarê lihevkirinên di navbera Erdogan û Trump de jî wiha got:
"Trump miroveke ku li ser berjewendiyên xwe tevdigere.
Di heman demê de, gelek endamên Kongreyê û Pentagonê naxwazin şerekî berfireh li Sûriyeyê were kirin.
Her kes heta ku siyasetmedarên Amerîkayê jî naxwazin şerekî nû li Sûriyeyê çêbibe.
Eger tiştekî wisa çêbibe ez texmîn dikim ku dê Tirkiyeyê bisekinînin. Eger Tirkiye bi serê xwe tiştekî bike jî dê bersiva wê bibîne.
Yanî ez bawer nakim şer çêbe lê niha hinek provokasyon tên kirin ku wekî zext li ser HSDyê tên bikaranîn ku bi zû bi hikûmeta Şamê re entegre bibe.”
#VÎDEO - Gelo metirsî heye ku Erdogan û Trump li hev bikin û Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 28, 2025
🎙️ Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed bû mêhvana Rûdawê û got:
🗨️ #Trump bazirgan e lê gelek endamên Pentagon û Kongreyê naxwazin li Sûriyeyê… pic.twitter.com/84XDHZuvtj
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse