Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Tempelhofê ya Berlînê ya ku di serdema Naziyan de dihat bikaranîn, nêzîkî hezar û 300 penaberî di rewşeke dijwar de dijîn û li benda diyarbûna çarenivîsa xwe ne.
Faruk Polat penaberekî ji Bakurê Kurdistanê ye, nêzîkî sê salan e li balafirgeha kevn a Berlînê dijî. Faruk di rewşeke ne baş de ye û li benda wê yekê ye ku dosyeya wî were çareserkirin.
"Ez bawer nakim derfeteke min a din hebe"
Penaberê Kurd Faruk Polat wiha got:
"Ez bawer nakim ku li Almanyayê derfeteke min a din hebe.
Ne hêsan e ku mirov zû xaniyekî bibîne, bi taybetî li Berlînê astengî gelek in. Gelek kes tên Berlînê ji bo ku li vir bijîn û ev jî rewşê dijwartir dike."
Li navenda penaberan a li Balafirgeha Tempelhofê, odeyên biçûk ên ji rûberê 12 metreducayan pêk tên hatine çêkirin û di her yekê de çar penaber dimînin.
Hinekan ji wan penaberan mafê rûniştinê wergirtiye lê ji ber krîza xaniyan nikarin cihên niştecihbûnê peyda bikin û gelek caran bi mehan an jî bi salan li van navendan dimînin.
"Ev yek mirovan aciz dike û rewşeke ne xweş e"
Penaberê Efxan Yaruddîn Razayee jî li ser rewşa navendê got:
"Min li vir gelek şer dît. Ev der bi şev û roj gelekî qerebalix e.
Dengê mirovan her tim bilind e, heta dema ku mirov di xew de be jî. Bi rastî ev yek mirovan aciz dike û rewşeke ne xweş e."
Niha li Almanyayê 25 milyon kes hene ku paşxaneyeke wan a koçberiyê heye.
Ev tê wê wateyê ku ew bi xwe yan jî dê û bavên wan li derveyî Almanyayê ji dayîk bûne. Rêjeya wan digihîje ji sedî 30ê niştecihên Almanyayê.
"Ev êdî ne rewşeke mirovî ye"
Birêvebirê Navenda Penaberan Zieglerê jî li ser şert û mercên jiyanê wiha axivî:
"Ji bo her kesî bi giştî sê metreyên çargoşe cih heye, li gel dolabekê ku tenê tiştên herî girîng tê de cih dibin, maseyek û du kursî ji bo çar kesan.
Bê guman piştî du sal û nîvan, ev êdî ne rewşeke mirovî ye."
Li gorî amarên Hikûmeta Almanyayê, îsal nêzîkî 73 hezar koçberan daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di rêza yekem de ne û penaberên ji Îraq û Başûrê Kurdistanê jî di rêza sêyemîn de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse