Gerasimov: Me ji sedî 99,7ê Luhanskê kontrol kiriye

31-08-2025
Nîşan Valeri Gerasimov Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeri Gerasimov derbarê êrişên ku di serdema bihar-havîna 2025an de li eniya rojhilatê Ukraynayê hatin lidarxistin daxuyanî da.

Rayedarê payebilind ê leşkerî yê Rûsyayê daxuyand ku xebatên ji bo avakirina herêmeke tampon a li ser sînorê Ukraynayê li gel herêmên Sumî û Xarkivê bi serkeftî didomin.

Sererkanê Rûsyayê diyar kir ku ji bo kontrolkirina hemû herêma Luhanskê kêmtirî 60 kîlometreçargoşeyî maye.

Ji sedî 99,7ê Luhanskê û ji sedî 79ê Donetskê

Gerasimov anî ziman ku hêzên Rûsyayê heta niha ji sedî 99,7ê axa Luhanskê û ji sedî 79ê herêma Donetskê kontrol kirine û xwe lê berda:

"Hêzên me yên hevbeş, hema hema li ser hemû xetên eniyê bêrawestan êrişên xwe didomînin.

Ji meha adarê ve zêdetirî 3 hezar û 500 kîlometreçargoşe û 149 wargeh hatine rizgarkirin.

Hêzên li herêma Dnîpropetrovskê bi pê şve çûne û 7 war kontrol kirine.

Vê gavê, hêzên me yên çekdar ji sedî 99,7ê axa Komara Gel a Luhanskê û ji sedî 79ê axa Komara Gel a Donetskê kontrol dikin.

Her wiha ji sedî 74ê herêma Zaporîjyayê û ji sedî 76ê herêma Xersonê di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ne.

Piştî ku me dijmin têk bir û rê li ber ketina wan a nav axa herêma Kurskê girt, hêzên koma Bakur erka avakirina herêmeke ewlehiyê bi cih tînin.

Niha li herêma Sumiyê 210 kîlometreçargoşe û 13 war di bin kontrola hêzên me de ne."

Gerasîmov diyar kir ku bajarê Kupyanskê hema hema bi temamî hatiye dorpêçkirin û nîvê bajêr ketiye bin kontrolê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî roja şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan li aliyê Rubtsovskoyê 25 kîlometreyan bi pêş ve çûne û 10 cih kontrol kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê berî niha jî ragihandibû ku hêzên wan bajarokê Kamîşevaxayê yê Donetskê kontrol kiriye û hêzên Ukraynayê ziyanên mezin dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst