Hewlêr (Rûdaw) - Budceya îsal a Tirkiyeyê ya îsal nêzîkî 30 milyar dolarî kêmasî daye.
Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê amarên budceyê yên Îlona 2025an eşkere kirin.
Li gorî amaran, budceya birêvebiriya navendî tenê di meha Îlonê de 309 milyar lîre (zêdetirî 7 milyar dolar) kêmasî daye.
Kêmasiya giştî ya 9 mehan jî gihiştiye nêzîkî 30 milyar dolarî.
Amarên 9 mehan
Her çend meha tebaxê budceyê zêde pere dabû jî kêmasiya meha îlonê ev hevsengî xera kir.
Kêmasiya giştî ya budceyê 9 mehên îsal gihiştiye trilyonek û 217 milyar lîreyan.
Meha îlonê dahata budceyê trilyonek û 21 milyar lîre bûn.
Xerciyên budceyê jî trilyonek û 331 milyar lîre bûn.
9 mehên îsal jî dahata giştî 9 trilyon û 4,9 milyar lîre bûn.
Xerciyên giştî jî gihîştin 10 trilyon û 222 milyar lîreyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse