Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên dawiya meha hezîranê, Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara ajelên gir (dewar) 17,2 milyon û hejmara pez jî 58,2 milyon e.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên ajeldariyê yên meha hezîranê eşkere kirin.
Li gorî vê, hejmara dewaran di hezîranê de bûye 17 milyon û 189 hezar.
Li gorî amaran, hejmara gameşan ji sedî 2,3 kêm bûye û daketiye 158 hezaran lê hejmara dewarên din di heman mehê de li gorî kanûna pêşîn a sala borî ji sedî 1,2 zêde bûye û gihiştiye 17 milyon û 30 hezarî.
Hejmara pez di heman mehê de 58 milyon û 206 hezar e.
Hejmara mihan (mêşin) di hezîranê de li gorî kanûna pêşîn a sala borî ji sedî 6,7 zêde bûye û gihiştiye 47 milyon û 15 hezaran.
Hejmara bizinan jî ji sedî 3,4 zêde bûye û bûye 11 milyon û 191 hezar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse