WAN - Nerazîbûnên li dijî qeyûman didomin: ‘Serê xwe netewand’

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tayînkirina qeyûman hat protestokirin.

Bi sloganên “Dê qeyûm herin û gel were” tayînkirin qeyûm a navçeya Miksê ya Wanê hat şermezarkirin.

Piştî Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Dêrsimê 29ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya DEM Partiyê jî hat kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê roja duşemê bi beşdariya parlamenterên Wanê yên DEM Partiyê, hevserokên şaredariyan û hejmareke zêde ya xelkê li Kolana Hunerê qeyûm şermezar kir.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek di çalakiyê de got:

“Ez siyaseta qeyûm şermezar dikim. Îro li Rojhilata Navîn ku li navenda wê Kurdistan heye careke din şer, xwîn û dagirkerî heye.

Dewletên dagirker û yên emperyalîst careke din Herêma Kurdistanê kir gola xwînê.”

Di civîna Meclisa Şaredariya Artemêtê de jî qeyûm bi pankartên “Em dê destûrê nedin xesbê” hatin şermezarkirin û protestokirin.

“Serî netewand”

Hevseroka Şaredariya Artemêtê Rabîa Başak Koçê anî ziman:

“Mixabin bi hezar hincetên cuda kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û îradeye gel in, ji kar dûr dixin û qeyûm datînin.

Em her carê bi vê yekê re rû bi rû dimînin. Bila were zanîn ku gelê Kurd ti carî li hemberî polîtîkayên AKPyê serî netewand û natewîne jî.”

DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de 3 bajarên mezin, 7 bajar, 57 navçe û 10 bajarok bi tevahî 77 şaredarî bi dest xistin.

Piştî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Miksê niha 71 şaredari di dest wê de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst