Mesrûr Barzanî: Bila Qendîla Mewlûdê bibe wesileya geşkirina aştî û pêkvejiyanê

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Qendîla Mewlûdê Nêçîrvan Barzanî Mewlûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Qendîla Mewlûdê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Bila bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed bibe wesileya geşkirina aştî û pêkvejiyanê.”

Îro 4ê Îlonê ango li gorî salnameya Hîcriyê 12ê Rebiî Yekem, roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê Qendîla Mewlûdê ango roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed li tevahiya Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

 “Bila bibe derfetek ji bo bihêzkirina nirxên mirovahiyê”

Mesrûr Barzanî di peyamê de hêviya xwe anî ziman ku ev bîranîn bibe derfetek ji bo bihêzkirina nirxên mirovahiyê û got:

"Hêvî dikim bîranîna jidayîkbûna Pêxember, ji bo bihêzkirina nirx û bingehên bilind ên mirovahiyê û geşkirina aştî, hevahengî, pêkvejiyan û dadperweriyê bibe derfetek.”

"Bila Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got, "Cejna jidayikbûna Pêxember pîroz be û Xwedayê mezin bila Kurdistanê biparêze."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst