Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê Dilgeş Îsa diyar kir ku li Qamişloyê nêzîkî 175 hezar koçber hene.
Dilgeş Îsa derbarê rewşa koçberan li Qamişloyê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Qamişloyê ji Rence Cemal re axivî.
Dilgeş Îsa diyar kir ku piraniya koçberan xelkê Efrînê ne ku sala 2018an koçberî Şehba, Tebqa û Reqayê bûbûn û piştî êrişên artêşa Sûriyeyê berê xwe daye Qamişloyê.
Li gorî gotina Dilgeş Îsa, li Qamişloyê di navbera 150 hezar û 175 hezarî de koçber hene û ew di rewşeke dijwar de dijîn.
Hevserokê Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku li Qamişloyê 115 dibistan, 20 mizgeft û çendîn holên mezin ji bo koçberan hatine veqetandin û beşek ji wan jî li malên şêniyên bajêr dimînin.
Piştî ku êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de çend hefteyan ajot û pevçûnên giran çêbûn, 30ê Kanûna Paşîn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de agirbest hat ragihandin û rêkeftinek hat îmzekirin lê heta niha ji bo vegera koçberan mercên guncav nehatine amadekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse