Bryan Wilson li Silêmaniyê hatibû desteserkirin, Amerîkayê daxuyanî da

07-09-2025
RÛDAW
Nîşan Bryan Wilson Otel Lalezar Silêmanî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê welatiyê Amerîkayê yê ku li Otel Lalezarê hat desteserkirin ji Rûdawê re got, “Em pêbendbûna xwe ya bi alîkariya welatiyên Amerîkayê yên ku geştê dikin an li derveyî welêt dijîn, cidî werdigirin.”

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê jî da zanîn, “Rahênana hêzeke neyasayî kiriye.”

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja Înê di bersiva pirseke Edîtorê Maseya Navneteweyî yê Rûdawê Niyaz Mistefa de ragihand:

“Ji bo Wezareta Karên Derve ji parastina ewlehî û asayîşa welatiyên Amerîkayê pêştir ti tişt nînin.

Em pêbendbûna xwe ya bi alîkariya welatiyên Amerîkayê yên ku geştê dikin an li derveyî welêt dijîn, cidî werdigirin.

Ji ber parastina nepenîtiyê û hincetên din, ti zanyariyên me yên zêde ji bo weşandinê nînin.”

Navê Amerîkiyê ku li Otel Lalezarê hatiye desteserkirin, Bryan Wilson e.

Berdevkê Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê Selam Ebdulxaliq roja Înê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Welatiyekî Amerîkayê yê bi navê Bryan Wilson şeva bûyera Otel Lalezarê ya 22yê tebaxê de hatiye desteserkirin.”

Selam Ebdulxaliq her wiha da zanîn:

“Piştî lêkolînê, Bryan Wilson li xwe mikur hatiye ku wî bi awayekî serbixwe û bêyî agahdarî û erêkirina welatê xwe Amerîkayê, di avakirin û rahênan û perwerdeya milîsên çekdar ên neyasayî ya bi navê Hêza Dûpişkê de alîkarî kiriye.”

Eqîd Selam Ebdulxaliq her wiha da zanîn:

“Bryan Wilson wekî kesekî bi kirê girtî erka wî rahênan û perwerdeya leşkerî ya wê hêzê bûye û bi biryara dadwerê lêkolînê yê asayîşê hatiye desteserkirin.

Niha li Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê girtî ye û dê yasa li ser wî were bicihanîn.”

Berbanga 22yê Tebaxê piştî pevçûneke zêdetirî 3 demjimêran a di navbera hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê û hêza Lahûr Şêx Cengî de Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û zêdetirî 150 endamên hêza wî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst