Asayîş: Îdiayên kontrolkirina Şêx Meqsûdê derew in

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taxa Şêx Meqsûdê Heleb Artêşa Ereban a Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yên derbarê kontrolkirina ji sedî 90ê taxa Şêx Meqsûdê de red kirin.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev îdia "derew û manîpulasyon" in û ti têkiliya wan bi rastiyê re nîne.

Hat diyarkirin ku armanca van nûçeyan veşartina sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan e.

"Şerê kolanan didome"

Di beşeke din a daxuyaniyê jî de hat eşkerekirin ku li eniyên taxa Şêx Meqsûdê şerê kolanan ê dijwar di navbera hêzên wan û "mîlîsên hikûmeta Şamê" de didome.

Asayîşê teqez kir ku wan windahiyên mezin dane hêzên êrişkar.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku topbaran û êrişên bi tankan ên li ser taxê bi awayekî hovane berdewam dikin.

Asayîşê hikûmeta Sûriyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku binesazî û nexweşxaneyan dike armanc da ku tirsê bixe dilê şêniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst