Dihok (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya ku dê beşdarî merasîma çekdanîna PKKyê bibe li Herêma Kurdistanê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Şandeya bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê ku ji nêzîkî 150 kesan pêk tê ji Amedê bi rê ket û di ser Deriyê Sînorî yê Xabûrê re derbasî navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihokê bû.
Di şandeyê de siyasetmedar, rojnameger, nivîskar, Dayîkên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl cih digirin.
Şande li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji aliyê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtinan derbasî Hewlêrê bû.
Tê payîn ku şande şevê li Hewlêrê bimîne û sibe ji bo beşdariya merasîma çekdanînê ji devera Dûkanê ya Silêmaniyê bi rê bikeve.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku ew jî di nava şandeyê de ye, li Dihokê daxuyaniyek da û got:
“Em dê sibe şahidiya kêliyeke dîrokî bikin.
Ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelan xwedî wateyeke mezin e.”
Bayindir diyar kir ku pêvajoya çekdanînê ya ku bi banga Abdullah Ocalan dest pê kiriye, ji bo aştiyê destpêkeke girîng e.
Keskîn Bayindir her wiha anî ziman:
“Piştî banga doh û merasîma sibe êdî berpirsyariya aştiyê li ser milê gelên Tirkiye û Kurdistanê ye.
Em bi hêvî ne. Gelên cîhanê piştgiriyê didin vê pêvajoyê.
Ev daxwaz a her kesî ye, ji 7 salî heta 70 salî.”
Merasîma çekdanîna gerîlayên PKKyê wekî bersiveke banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê tê dîtin.
Piştî bangê PKKyê di Kongreya xwe 12emîn de ku di navbera 5-7ê Gulanê de li dar xist, biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî û derbasbûna pêvajoyeke nû ya siyasî dabû.
#VÎDEO - Şandeyeke DEM Partiyê li Zaxoyê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 10, 2025
Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir:
🎙️ ❝Ji bo aştiyeke birûmet çekdanîn destpêkek e❞
🎙️ ❝Êdî tîr ji kevanê derketiye❞ pic.twitter.com/zgjtiSB6XZ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse