Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefon axivîn.
Ebas Eraqçî û Nêçîrvan Barzanî û tekez dikin ku divê civaka navneteweyî di rawestandina çalakiyên leşkerî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de rola xwe bilîze.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser axaftinê daxuyaniyek belav kir û got, "Pêşhatên dawî yên operasyon û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera Îran û Îsraîlê de hatin gotûbêjkirin û derbarê bandor û encamên wê yên li ser herêmê dîtin û ramanên xwe anîn zimên.”
Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin:
“Nêçîrvan Barzanî û Ebas Îraqçî li ser girîngiya parastina aramî û dûrxistina herêmê ji aloziyên zêdetir hemfikir bûn û tekez kirin ku divê civaka navneteweyî di rawestandina çalakiyên leşkerî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de rola xwe bilîze.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di peywendiyê de her du aliyan behsa peymanên ewlehî yên di navbera Îraq û Îranê hatiye kirin û Serokê Herêma Kurdistanê pabendbûna Herêma Kurdistanê bi peymana navborî ducare kiriye.
Metirsiyên li ser îhtîmala mezinbûna zêdetir a pêşhatan û çend mijarên din ên berjewendiya hevpar, mijarên din a peywendiya telefonî bûn.
Axaftina telefonî ya Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku 13yê Hezîranê Îsraîlê bi tundî êrişî Îranê kir û Îranê jî bi tundî bi mûşekên balîstîk bersiv da Îsraîlê.
Îro 5 roj in her du welat di şer de ne.
#Grafîk - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 17, 2025
🎙️"Divê civaka navneteweyî di rawestandina çalakiyên leşkerî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de rola xwe bilîze"#Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران… pic.twitter.com/kZNS8pgrjg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse