SÊRT - Xwendekara ku ji mînîbusê ket bi giranî birîndar bû

17-10-2025
RÛDAW
Nîşan Sêrt Bakurê Kurdistanê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê
A+ A-

Sêrt (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê xwendekareke zanîngehê ya 21 salî piştî ku ji mînîbusê ket bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, Ş.Ş.ya ku li Zanîngeha Sêrtê dixwend, duh ji şofêrê mînîbusa ku lê siwar bûbû re gotibû ku ew dixwaze li rawestgeha Kampusa Kezerê dakeve.

Dema ku mînîbus nêzîkî rawestgehê bû û hêdî bû, deriyê wê berî ku raweste vebû.

Di vê navberê de xwendekar ji mînîbusê ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîs û tîmên tenduristiyê û sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Xwendekar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hat veguhastin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst