Nêçîrvan Barzanî Konsulê Macaristanê pêşwazî kir

25-05-2025
RÛDAW
Nîşan Attila Toth Nêçîrvan Barzanî Macaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Giştî yê Macaristanê yê Hewlêrê Attila Toth pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ziyareta konsul ji bo xatirxwastin û bidawîbûna erkê wî yê li Herêma Kurdistanê bûye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û hewldanên wî di berfirehtirkirina pêwendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê spasiya Attila Toth kir û hêviya serkeftinê ji bo erkê wî yê nû xwest.

Her wiha Attila Toth spasî û pêzanîna xwe ji bo piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar di pêşxistina erkê wî de ducare kir.

Konsulê Giştî yê Macaristanê, daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina bêhtir a têkiliyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst