Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke payebilind a ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo lêkolîna bûyerên Lalezarê dê heyeteke ewlehiyê bişîne Silêmaniyê.
Li gorê wê çavkaniyê Hikûmeta Îraqê hewl dide pirsgirêkên li Silêmaniyê çareser bike û rewşa bajêr aram bike.
Çavkaniyeke payebilind a ewlehiyê ya Îraqê ji Rûdawê re got, “Me ji nêzîk ve çavdêriya wan rûdanên ku li Silêmaniyê rû dan dikir û hemû hewlên me ji bo aramkirina rewşê bûn da ku ji kontrolê dernekeve.”
Nêzîkî saet 04:00ê berbangê 22yê Tebaxa 2025an, hejmarek hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê êrişî Otela Lalezarê kiribû, piştî nêzîkî çar saetan ji pevçûnan, Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî û xwişk û birayekî wî hatin desteserkirin.
Wê çavkaniyê ji Rûdawê re her wiha got, “Mihemed Şiya Sûdanî dê di çend rojên bê de heyeteke payebilind a ewlehiyê ji bo şopandina rastiyan bişîne Silêmaniyê.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, dê di çend rojên bê de heyeteke payebilind a ewlehiyê ya Îraqê biçe Silêmaniyê.
Li gorî zanyariyên Rûdawê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî dê serokatiya wê heyeta Îraqî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse