24 kesên li Lîbyayê hatibûn girtin vegeriyan Herêma Kurdistanê

29-07-2025
RÛDAW
Ciwanên li Lîbyayê hatibûn girtin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ciwanên li Lîbyayê hatibûn girtin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lîbya Qaçaxçîtiya Koçberan Herêma Kurdistanê Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 24 ciwanên ji navçeya Raperînê ku li Lîbyayê hatibûn girtin, vegeriyan Herêma Kurdistanê û gihiştin malbatên xwe.

Ew mehek berê dema dixwest bi rêyên qaçax xwe bigihînin Ewropayê li Lîbyayê hatibûn desteserkirin.

Ciwanan behsa rewşa dijwar û serpêhatiyên xwe yên li zindanan kir.

Danyar Elî yek ji wan ciwanan e ku hatiye berdan.

Ew û 23 hevalên xwe bi hêviya jiyaneke baştir ketibûn ser rêya koçberiyê lê rêwîtiya wan li Lîbyayê bi dawî bû û neçar man vegerin.

“Qaçaxçiyan em xapandin”

Danyar Elî ji Rûdawê re wiha got:

“Qaçaxçiyan em xapandin. Piştî ku em hatin girtin, ti agahî ji me nehat wergirtin. Ji bo em bigihîjin Lîbyayê me her yekî 3 hezar dolar dabû.”

Rewşa dijwar a li zindanên Lîbyayê

Rewşa zindanan û miameleya xerab a li Lîbyayê, yek ji aliyên herî biêş ên vê çîroka koçberiyê bû.

Yek ji ciwanên ku hatiye berdan Berez Elî jî behsa rewşa li zindanên Lîbyayê kir û got:

“Em 24 kes tenê Kurd bûn. Hucre gelekî biçûk bûn, di odeyeke du metre dirêj û metreyek fireh de çar kes diman.

Em heta niha jî nizanin ji ber kîjan sûcî em hatibûn girtin.”

Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê ket dewrê

Pêla koçberiya ciwanan a bi rêya Lîbyayê, Balyozxaneya Îraqê ya li wî welatî zêdetir mijûl kiriye.

Endamê Parlamentoya Îraqê Musenna Emîn di pêvajoya berdana van ciwanan de roleke girîng lîst.

Musenna Emîn hişyarî da û got:

“Gelek deverên Lîbyayê di bin kontrola komên çekdar de ne. Pir metirsîdar e ku ciwan vê rêyê hildibijêrin.

Her sal gelek koçber li wî welatî canê xwe ji dest didin.”

Bi hezaran ciwan li rêyên koçê digerin

Li gorî amarên Komeleya Mafên Koçberan, ji destpêka îsal ve zêdetirî 5 hezar kesî ji Herêma Kurdistanê koç kirine.

Nêzîkî hezar û 100 kes ji wan xelkê Îdareya Raperîn a Silêmaniyê bûne.

Du mehên dawî  bi taybetî koçberiya ciwanên ku hewl didin bi rêya Lîbya û Tûnisê bigihîjin Ewropayê, bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Meha borî jî 7 ciwanên din ku sê mehan li zindanên Lîbyayê mabûn, hatibûn berdan û gihiştibûn malbatên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst