Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan YRK Çiyayê Asosê Hêzên Parastina Jinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku du gerîlayên Hêzên Parastina Jinê (HPJ), Arîn Qoser û Tolhildan Nûman di 15ê Tîrmeha 2024an de li Asosê canê xwe ji dest daye.

YRKyê nasnameya 2 gerîlayên HPJyê eşkere kir û got, "15ê Tîrmeha 2024an 2 hevrêyên me yên bi navê Arîn Qoser û Tolhildan Nûman dema li ser erkê xwe ya şoreşgerî bûn gihiştin şehadetê."

Di daxuyaniya YRKyê de hat gotin ku meha tîrmehê di dîroka tevgera wan de xwedî cihekî girîng e û hat eşkerekirin ku her du gerîlayan jî li ser bingeha "riha berxwedana 14ê Tîrmehê" tekoşîn kiriye.

YRKyê, sersaxî ji malbatên her du gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên wan ducare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Arîn Qoser: Navê wê yê fermî Zîlan Esen e û ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye. 15ê Tîrmeha 2024an li Çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.

Tolhildan Nûman: Navê wê yê fermî Kanî Talîreng e û ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ye. 15ê Tîrmeha 2024an li Çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst