Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) da zanîn ku ew hemû hewlan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê didin û got, “Me dev ji paradîgmaya rûxandina dewleta Tirkiyeyê berdaye.”
Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Xebat Andok li ser pêvajoya çareseriyê û danîna çekan a PKKyê ji Medya Haberê re axivî.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Xebat Andok got:
“Em guherîn. PKKya ku 52 salan e têkoşînê dimeşîne, xwe fesix kir û rêbaza têkoşîna çekdarî ya ku ji bo bidestxistina hebûna xwe dabû destpêkirin, bi dawî kir.
Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çi ji destê me tê em dikin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulana îsal biryara xwefesixkirinê da.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Xebat Andok anî ziman:
“Niha li Tirkiyeyê derdê me yê bingehîn ev e ku Tirkiye çawa dê bibe dewletek ku bi serweriya hiqûqê were birêvebirin. Hemû têkoşîna me ji bo vê ye.
Me dev ji paradîgmaya, em dê dewletê wisa hilweşînin û li şûna wê tiştekî wisa deynin terikandiye.
Rêbertiya me ev yek têr û tije rave kiriye.”
"Demokratîkbûna wê zehmet e"
Andok bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurdan û da zanîn:
“Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser neke, demokratîkbûna wê zehmet e.”
Andok li ser gotina “biratiya Kurd û Tirkan” a ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve got:
“Di hişmendiya Tirkan de tiştekî bi navê Kurd nîne ku dewlet behsa biratiya wê neteweyê bike.
Tu pêşî hebûna wê qebûl bike.”
Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1ê Çiriya Pêşîn a par bi destpêşxeriya Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dest pê kir.
Ji bo serkeftina pêvajoyê, Abdullah Ocalan 27ê Sibata îsal ji PKKyê xwest ku kongreyê bicivîne, xwe fesix bike û çekan deyne.
PKKyê di navbera 5-7ê Gulana îsal de kongreya xwe 12emîn li dar xist û biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî û xwefesixkirinê da.
Roja 11ê Tîrmeha îsal, 30 gerîlayên PKKyê di merasîmekê de li Şikefta Caseneyê ya li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi awayekî sembolîk û wekî “niyetpakiyê” çekên xwe şewitandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse