Hewlêr (Rûdaw) Pêşmergeyê bi navê Resûl Qadir Şêxê ku wekî "Resûl Kobanî" tê naskirin, di salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobaniyê de amadehiya xwe nîşan da ku ducare ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê çek hilde.
Resûl Kobanî sala 2014an di nav koma ewil a Pêşmergeyan de bû ku ji bo şerê li dijî DAIŞê derbasî Kobaniyê bûbû.
Pêşmergeyê Kurd zêdetirî 9 salan e di nav Hêzên Piştgiriyê de erkdar e.
Resûl Kobanî li ser dema çûna xwe ya Kobaniyê got, "Ez yek ji wan Pêşmergeyan bûm ku şerefa beşdarbûna şerê rizgarkirina Kobaniyê bi dest xist.
Me 110 rojan li wir li dijî terorîstên DAIŞê şer kir. Em bi du qonaxan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn; hinek bi balafirê û hinek jî bi rêya bejahî ya di nav axa Tirkiyeyê re çûn."
Pêşmergeyê Kurd teqez kir ku ew ji bo parastina her çar parçeyên Kurdistanê amade ye û wiha pê de çû:
"Em Kurd in û divê em axa xwe biparêzin. Ez niha jî amade me ku bi biryara Serok Barzanî herim Rojavayê Kurdistanê yan jî her parçeyekî din ê welat.
Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em dê ji bo miletê xwe tê bikoşin."
Resûl Kobanî her wiha behsa nûçeyên derew ên li ser medyaya civakî kir ku tê de hatibû gotin ew şehîd ketiye.
Kobanî diyar kir ku ev nûçe bûne sedema dilgiraniya malbata wî lê wî bi xwe ev nûçe red kirin û got: "Tenê dilekî min heye û ez amade me wî di rêya niştimanê xwe de feda bikim. Ez ji bo şehadetê her tim amade me."
Pêşmergeyê bi navê Resûl Kobanî baweriya xwe ya bi siyaseta Serok Barzanî anî zimên û destnîşan kir ku bi saya wê siyasetê Rojavayê Kurdistanê ti carî nakeve û dê pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse