Li Cerablusê êrişa bi mûşekan: 5 kuştî, 14 birîndar

24-10-2020
RÛDAW
Nîşan Cerablus Mûşek Bazara Sûtemeniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara sûtemeniyê li gundê el-Kosa li başûrê bajarê Cerablusê ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî êrîşeke bi mûşekan pêk hat.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîş bi rokêtan hatiye encamdan û bûye sedema teqîn û şewatên mezin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku ji encama êrîşê, ji bilî zerer û ziyanên maddî yên pir mezin, 5 kes hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên nêzîk ji opozisyona Sûriyê dibêjin ku tê texmînkirin hêzên Rûsî ji binkeya Himêmîmê bi rokêtên dûravêj ew bazar û rafînerên sûtemeniyê kiribûn armanc.

Li heta niha tu aliyekî daxuyaniyên fermî derbarê vê êrîşê de nedane û ne jî tu aliyekî bepirsatiya wê li xwe girtiye. Bajarê Cerablusê niha di bin destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst