Îran: Em dê bê navber êrişî Îsraîlê bikin

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Îsraîl Mûşekbarankirin Ebdulrehîm Mûsevî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsevî, got ku ew dê bê navber êrişî hedefên Îsraîlê bikin.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Mûsevî serdana baregeheke mûşekan a Hêzên Hewayî-Fezayî yên Supaya Pasdaran a Îranê kir.

Mûsevî got, "Em dê êrişên xwe yên li ser her cure hedefên rejîma siyonîst a dagirker, bê rawestan û bi berdewamî bidomînin. Em li pêşiya xwe tu sînordariyê nabînin."

Şerê Îran û Îsraîlê

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hejmarek baregehên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên wî welatî hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst