Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand, kesek hatiye îdamkirin ku bi "sîxuriya payebilind a Mossadê" û "piştgiriya operasyonî û teknîkî ya ji bo kuştina Serheng Seyad Xudayî" dihat tawanbarkirin
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Saziya Dadweriyê ya Îranê, Muhsin Lengernişînê welatiyê Îranê yê ku bi “sîxuriya ji bo Îsraîlê” dihat tawanbarkirin vê sibehê hatiye îdamkirin.
Hat diyarkirin ku Muhsin ji ber sûcên "hevkarîkirin li gel Îsraîlê û sîxuriya ji bo Mossadê ya bi armanca wêrankariya li ser rûyê erdê û şerkirina li hemberî dewletê" hatibû darizandin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku piştî hemû pêvajoyên darizandinê, biryara îdamkirina Muhsin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pejirandin û vê sibehê hatiye daleqandin.
Çi bûbû?
Serheng Seyad Xudayiyê ku di bin banê Artêşa Pasdarên Şoreşê de li Sûriyeyê wezîfedar bû, meha gulanê ya sala 2022yan li nêzîkî mala xwe ya li ser kolana Mucahidên Îslamê ya Tehranê rastî êrişeke çekdarî hatibû.
Du kesan ji motorsîkletê gule lê raşandibûn, gule li serê wî ketibûn û ew miribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse