Li Îzmîrê Tunç Soyer jî di nav de 45 kes hatin girtin

04-07-2025
Nîşan Tunç Soyer CHP Îzmîr Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên gendeliyê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de, Şaredarê berê yê Îzmîrê Tunç Soyer û Serokê Rêxistina Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Îzmîrê Şenol Aslanoglu jî di nav de 45 kes hatin girtin.

Li gorî lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ve tê birêvebirin, 99 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, ji wan 99 kesan 45 kes hatin girtin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ulaş Aydin û Gerînendeyê Giştî yê ÎZSUyê Gurkan Erdogan jî di nav de 4 kes bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.

Hûrgiliyên operasyonê

Lêpirsîn 1ê Tîrmeha 2024an li ser îdiaya ku "di şirketa İZBETONê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de bi destê kompanyayên taşeron gendelî hatiye kirin" hatibû destpêkirin.

Di îdianameya ku li ser bingeha raporên Sayiştayê (Lijneya Hesaban), mufetîşên milkî û pisporan hatibû amadekirin de, derbarê 157 gumanbaran bi tohmetên "fesada di îhaleyan" û "sextekariya bi kalîte" biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

Navên kesên ku hatine girtin

Di nav kesên ku hatin girtin de, Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHPyê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu, Gerînendeyê Giştî yê İZBETONê Heval Savaş Kaya, Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Îzmîrê (İZSİAD) Huseyîn Cengîz û lîstikvanê şanoyê û endamê berê yê desteya birêvebiriya İZBETON A.Ş.yê Yucel Erten hene.

Parêzer bertek nîşan da

Murat Aydinê Parêzerê Tunç Soyer piştî biryara girtinê daxuyanî da û got:

"Serok Tunç, bi biryareke eşkere neheq, derqanûnî û siyasî hat girtin. Ew dê bi serbilindî bikeve girtîgehê û dîsa dê bi serbilindî jê derkeve.

Kesên ku ev biryar dane û biryar bi wan hatiye dayîn dê her dem bi giraniya vê biryarê li stûyê xwe bijîn."

Nîqaşa li ser rêbazê

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mahmut Tanal îdia kiribû ku piraniya kesên desteserkirî bêyî ku îfadeyên wan bên wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin û agahiya sewqê ji çapemeniyê re hatiye dayîn lê parêzer nehatine agahdarkirin.

Tunç Soyer di îfadeya xwe ya li emniyetê de gotibû:

"Modela kooperatîfê di veguherîna bajar de çareseriyeke afirîner û mînakek e ku li ser bingehên hiqûqî yên saxlem hatiye danîn."

Pêvajoya lêpirsînê

Di destpêkê de derbarê 157 gumanbaran biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

Ji wan 120 kesên ku hatibûn desteserkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji van 99 kes bi daxwaza girtinê û 19 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeha sulh û cezayê hatibûn kirin.

Di çarçoveya operasyonê de ji gelek beş û şirketên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê gelek kes hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin